Serokê Maksîkayê têkildarî Cop 26 got: Êdî bes e durûtî û xapandin

Serokê Maksîkayê Andres Manuel Lopez Obrador civîna Cop 26 rexne kir û got: "Civîn ji bo parastina hawîrdorê ye, lê hêzên herî mezin ên cîhanê lê dicivin ku hilberandina petrolê zêde dikin, êdî bes e durûtî û xapandin."

Serokê Maksîkayê têkildarî Cop 26 got: Êdî bes e durûtî û xapandin
4 mijdar, 2021   13:07
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê Maksîkayê Andres Manuel Lopez Obrador civîna avhewayê ya Cop 26 bi komxebata aborî ya cîhanê ya li Davosê li dar ketiye şiband û got: “Gelo civînên Davos, teknokrat û lîbralên nû tên bîra we ku li otelekê li Siwîsrayê her sal li dar dikeve û tê de pisporên warê aborî û siyastê yên cîhanê kom dibin.”

Andres Manuel Lopez Obrador got li Glasgow hêzên cîhanê yên herî mezin kom dibin ku hilberandina petrolê zêde dikin ruxmî ku ev civîn ji bo parastina hawîrdorê li dar dikevin û wiha domand: “Êdî bes e durûtî. Divê em şerê newekheviyê bikin ku ez ê di serdana xwe ya li Neteweyên Yekbûyî de behsa wê bikim.”

Andres Manuel Lopez Obrador wiha berdewam kir: “Heke em dixwazin hawîrdorê biparêzin divê em biryaran bigirin û kar bikin, ne tenê daxuyaniyan bidin.”

(şx)