Balafirên Rûsyayê çolistana Resafe bombebaran kir

Balafirên şer ên Rûsyayê derdora 10 êriş li dijî baregehên çeteyên DAIŞ'ê yên li çolistana Resafe ya li başûrê Reqayê pêk anîn.

Balafirên Rûsyayê çolistana Resafe bombebaran kir
4 mijdar, 2021   11:00
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriye (SOHR) balafirê şer ên Rûsyayê îro derdora 10 êriş li dijî baregehên çeteyên DAIŞ'ê yên li başûrê Reqayê pêk anîn.

4 balafirên Rûsyayê beriya 2 rojan derdora 15 êriş li dijî baregehên çeteyên DAIŞ'ê li çolistana rojhilatê Hemayê û heta çolistana Resafe ya gundewarên Reqayê pêk anîbûn.

Tevî êrişên hewayî yên dijwar ên Rûsyayê jî hêzên hikumeta Şamê û komên alîgirên wê nikarin çeteyên DAIŞ'ê yên li herêmê têk bibin.

(dm)