Rêveberiya Xweser dê qanûna parastina ekolojiyê derxîne

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand ku ji bo parastina ekolojiyê amadekariya derxistina qanûnekê dikin.

Rêveberiya Xweser dê qanûna parastina ekolojiyê derxîne
4 mijdar, 2021   11:28
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêveberiya Xweser îro ragihand ku Rêveberiya Giştî ya Ekolojiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê amadekariya sazkirina qanûna parastina ekolojiyê dike.

Ev biryar, di civîna Desteya Rêveberiyên Herêmî û Ekolojiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku duh hatiye lidarxistin de, hate standin.

Di vê çarçoveyê de, komîteyek ji rêveberiyên ekolojiyê di hemû beşan de ku erka wê amadekirina reşnivîsa qanûna parastina ekolojiyê ye, hate avakirin.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li ser hesabê xwe yê Facebookê diyar kir ku Desteya Rêveberiyên Herêmî û Ekolojiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê duh civînek ji bo nirxandina xebatên rêveberiyên ekolojiyê yên Rêveberiya Xweser û Sivîl di sê mehên borî de li dar xistiye.

/ar/uploads/files/2021/11/04/101821_mn-alarshyf.webp

Li gorî malpera rêveberiyê, di civînê de Serokatiya Desteya Rêveberiyên Herêmî û Ekolojiyê ya Rêveberiya Xweser û Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser Jozêf Lehdo û hevserokên Rêveberiyên Ekolojiyê a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, amade bûn.

Beşdaran li ser pirsgirêka parzûnkirina destpêkê ya petrolê li Cizîrê û bandora wê ya neyînî li ser ekolojiyê gotûbêj kirin. Di dawiyê de komîteyek ji rêveberiyên ekolojiyê li hemû beşan hate avakirin ku erka wan amadekirina reşnivîsa qanûna parastina ekolojiyê ye.

Ev yek piştî du kongreyên navneteweyî yên têkildarî guherîna avhewayê (civîna G20 li Romayê) û (Coop 26 li bajarê Glasgow a Skotlanda) pêk hat.

(dx)

ANHA