Li herêma Efrînê û Kobanê tevgera balafirên keşfê yên artêşa Tirk

Balafirên bêmirov ên keşfê yên artêşa Tirk di van kêliyan de li ser herêmên Şehba, Efrîn û Idlibê û her wiha li ser Kobanê û navçeyên derdora wê digerin.

Li herêma Efrînê û Kobanê tevgera balafirên keşfê yên artêşa Tirk
4 mijdar, 2021   10:48
NAVENDA NÛÇEYAN

3 balafirên keşfê yên bêmirov di van kêliyan de li asîmanê Şehba , Efrîn û Idlibê difirin. Li gorî agahiyên berdest, ev balafirên keşfê yên artêşa Tirk dagirker in.

Her wiha balafirên keşfê li ser navenda Kobanê û rojhilatê wê û li ser navçeyên Sirîn û Şêxler ên Kobanê jî digerin.

ANHA