Hêzên hikumeta Şamê û çeteyên dewleta Tirk li Helebê bi hev ketin

Li gundewarên rojavayê Helebê hêzên hikumeta Şamê û çeteyên Tehrîr El-Şam bi hev ketin.

Hêzên hikumeta Şamê û çeteyên dewleta Tirk li Helebê bi hev ketin
4 mijdar, 2021   10:29
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku hêzên hikumeta Şamê û çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam ên artêşa Tirk a dagirker, li derdora Basartûn a li rojavayê Helebê, bi hev ketin. Tê gotin ku kuştiyên her du aliyan hene.

Hemwextî firîna balafirên keşfê li asîmanê "herêma bêçek" li gundewarên rojavayê Hemayê, hêzên hikumeta Şamê û çeteyên dewleta Tirk a dagirker bi çekên giran bi hev ketin.

3 endamên hêzên hikumeta Şamê li ser sînorê gundê Heyr Derkel bi destê çeteyên artêşa Tirk a dagirker hatibûn kuştin.

(dx)