Çeteyên Tirkiyê li Efrîna dagirkirî revandina sivîlan didomînin

Çeteyên dewleta Tirk ên li gundê Emara yê navçeya Mabata ya Efrîna dagirkirî bi cih dibin, bi tawanên bêbingeh welatiyekî gundê revand.

Çeteyên Tirkiyê li Efrîna dagirkirî revandina sivîlan didomînin
3 mijdar, 2021   13:55
ŞEHBA

Çavkanî ji kantona Efrînê ya dagirkirî piştrast kir ku çeteyên dagirkeriya Tirk ên li gundê Emara yê navçeya Mabatayê bi cih dibin, welatiyê Kurd ê bi navê Teymûr Esmet Xelîl revandiye û ber bi cihekî nediyar ve biriye.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku çeteyên Polîsên Leşkerî û Îstixbarata Tirk (MIT) duh 9 sivîl ji gundê Memila yê navçeya Racoyê revandibûn.

(dm)

ANHA