​​​​​​​Li herêma Tîgray rewşa awarte û sûcên şer

Komîseriya Bilind a Mafên Mirovan a NY`yê encama lêpirsîneke hevbeş eşkere kir û tê de îşaret pê kir ku îhtîmal heye ku di şerê li herêma Tîgray a Etiyopyayê de sûcên şer û dermirovî pêk hatibin, her wiha “hovîtiya” di şerê Tîgrayê de şermezar kir.

​​​​​​​Li herêma Tîgray rewşa awarte û sûcên şer
3 mijdar, 2021   13:51
NAVENDA NÛÇEYAN

Eşkerekirina raporê ku dema ji 28`ê Hezîranê heta 3`yê Mijdarê digire nava xwe, piştî ragihandina rewşa awarte li Etiyopyayê pêk hat. Rewşa awarte ji bo rêgirtina li pêşdeçûna hêzên “Eniya Rizgariya Gelê Tîgrayê” ber bi paytextê ve hatibû ragihandin.

Komîsera Bilind a Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (NY) Michelle Bachelet îro encamên lêpirsîneke hevpar a tevî rayedarên Etyopyayê hatiye kirin, eşkere kirin û tê de îşaret pê kir ku îhtîmal heye ku aliyên şer sûcên şer û sûcên dermirovî li Tîgrayê pêk anîbin. Michelle Bachelet “hovîtiya” di şerê li herêma Tîgray de şermezar kir.

RAGIHANDINA REWŞA AWARTE

Li gorî dezgehên çapemeniyê yên fermî, piştî ku Eniya Rizgariya Gelê Tîgrayê 2 bajarên sereke kontrol kirin û hewl da ber bi paytextê ve biçe, meclisa wezîran a Etiyopyayê duh li seranserê welêt rewşa awarte ragihand.

Li gorî AFP`ê, dezgehên çapemeniyê yên herêmî ragihand ku armanca rewşa awarte ew e ku sivîl ji koma Eniya Rizgariya Gelê Tîgrayê werin parastin.

Balyozxaneya Amerîkayê ya Etiyopyayê jî bang li welatiyên xwe kir ku ji wir derkevin û diyar kir ku rewşa ewlehiyê li gelek herêmên Etiyopyayê xirab dibe. Ew yek piştî çend saetan ji banga hikumetê ji gel re ku çekan rakin û parastina taxan bikin, pêk hat.

ŞERÊ LI HERÊMA TÎGRAY

Şerê di navbera rêveberiya Addîs Ababayê û herêma Başûr de di 3`yê Mijdara 2020`an de rû dabû, wê demê hêzên alîgirên Eniya Rizgariya Gelê Tîgrayê hin baregehên leşkerî li herêmê bi dest xistibûn. Li ser wê yekê, serokwezîr Ebî Ehmed hêzên din şandin herêmê, her wiha gelek operasyon û êriş pêk anîn. Di encamê de bi hezaran kes koçber bûn. NY’yê jî têkildarî binpêkirinên û sûcên şer hişyarî dabû.

Eniya Rizgariya Gel a Tîgrayê heta nêzî 30 salan dest danî ser qada siyasî, lê belê dema Ebî Ehemd sala 2018`an piştî xwepêşandanên li dijî hikumetê hat ser peywirê, hêza wê qels bû. Piştî tawanbariyên eniyê ji Ebî Ehmed re, têkiliyên di navbera her du aliyan de xirab bûn.

Şer li welêt her ku diçe berfirehtir dibe û îstiqrara duyemîn mezintirîn welatê Afrîkayê têk bir.

Her wiha di encamê de nêzî 400 hezar kesên li Tîgrayê bi xelayê re rû bi rû man, zêdetirî 2 milyon nîv kes jî ji cih û warê xwe bûn.

(cx)