Çalakiya konvedanê ya li Sêmalkayê berdewam e

Meclisa Malbatên Şehîdan bi beşdariya pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dergehê Sêmalkayê çalakiya konvendanê ji bo wergertina cenazeyên şehîd Tolhildan û Serdem, li dar xist, lê çalakî ketiye roja xwe ya 30 û hîna PDK’ê cenazeyên radestî malbatan nake.

Çalakiya konvedanê ya li Sêmalkayê berdewam e
3 mijdar, 2021   15:00
QAMIŞLO

Îro şêniyên navçeya Tirbespiyê û Yekitiya Karkeran a herêma Cizîrê tev li çalakiya konvedanê ya Sêmalkayê bûn.

Li gorî Navenda Ragihandina û Çapemeniyê ya Hêzên Parastina Gel (HPG) di 28-29`ê Cotmehê de hêzên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li navçeya Xelîfanê ya Başûrê Kurdistanê kemîn li pêşiya gerîla danî û di encamê de 5 gerîla şehîd bûn, yek dîl hat girtin û yek din jî xwe ji kemînê xilas kir.

Dayîkên şehîdan ji 5`ê Cotmehê ve li Sêmalkayê çalakiya konvedanê li dar xistiye da ku cenazeyên şehîdên kemînê bigirin. Pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, partiyên siyasî, rêxistinên hiqûqî û yên mirovî, nivîsgehên karûbarên olî, dayîkên aştiyê tev li çalakiyê dibin.

Heta îro PDK`ê cenazeyên şehîdan nade ruxmî ku 30 roj li ser çalakiyê derbas bûye.

ANHA