​​​​​​​Çalakiya Kurdistaniyan û dostên wan li Holandayê dest pê kir

Kurdistaniyên li Ewropayê û dostên gelê Kurd  li hemberî çekên kîmyewî yên ku dewleta Tirk bi kar tîne, li pêşiya Dîwana Edaletê ya Laheyê kom bûn.

​​​​​​​Çalakiya Kurdistaniyan û dostên wan li Holandayê dest pê kir
3 mijdar, 2021   13:36
NAVENDA NÛÇEYAN

Li hemberî çekên kîmyewî ya ku dewleta Tirk a dagirker li dijî gerîlayan bi kar tîne, li pêşiya Dîwana Edaletê ya Laheyê ya li Hollandayê çalakiyeke protestoyê hate lidarxistin.

Kurd û dostên wan îro piştî nîvro li pêşiya Dîwana Edaletê kom bûn û wê heta Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî (OPCW) bimeşin.

Kurd dixwazin OPCW xwedî li berpirsyariyên xwe derkeve û heyetekê bişîne Kurdistanê.

Çalakgeran diyar kirin ku dewleta Tirk li Herêmên Parastinê yên Medyayê çekên kîmyewî bi kar tîne û sûcê şer dike. Çalakger dixwazin civaka navneteweyî têkeve nav hewldanan.