Pêkhateyên Hesekê 3 şehîd oxir kirin

Şêniyên bajarê Hesekê cenazeyên 3 şehîdên Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) û Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ên ku li dem û herêmên cuda şehîd bûne, bi merasîmekî oxir kirin.

Pêkhateyên Hesekê 3 şehîd oxir kirin
3 mijdar, 2021   13:37
HESEKÊ

Bi sedan şêniyên Hesekê beşdarî merasîma oxirkirina şehîda YPJ'ê Zozan Sema (Rûken Aras) û her du şehîdên QSD'ê Ebdulezîz Hisên (Welî) û Elî El-Tehîjî (Hemze Hesekê) bûn.

Şêniyan cenazeyên şehîdan ji pêşiya Meclisa Malbatên Şehîdan wergirtin û ber bi Goristana Şehîd Dijwar a li gundê El-Dawiyê ve çûn. Li goristanê merasîmê bi toraneke leşkerî ya Hêzên Antîterorê yên QSD'ê dest pê kir. Piştre bi navê hêzên leşkerî ji fermandarên QSD'ê Evînar Dêrik axivî.

/ar/uploads/files/2021/11/03/115338_dsc_0124-28large29.webp

Evînar destnîşan kir ku Bakur û Rojhilatê Sûriye di qonaxeke hesas re derbas dibe û ev herêmê bi gef û êrişên domdar ên dewleta Tirk re rû bi rû dimîne. Evînar got: “Piştî şoreşa Rojava û gelek destkeftiyên ku bi saya şehîdan, ji wê demê ve dagirkeriya Tirk gef û êrişên li dijî herêmê didomîne."

/ar/uploads/files/2021/11/03/115148_afynar-dyrk-28large29.webp

Her wiha Evînar da zanîn ku şehîd destanên lehengiyê yên mezin dinivîsin.

Endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Hesekê Ebdulrezaq Ehmed jî diyar kir ku şehîdan tiştên giranbuha feda kirin da ku gelên herêmê azad û bi rûmet bijîn. Ehmed diyar kir ku gelê Bakur û Rojhilatê Sûriye bi hezaran şehîd dan da ku xaka wan ji çeteyan rizgar bibe û got: “Em ê rêya şehîdan bişopînin heta ku armancên wan ên azadiya gelan pêk werin."

/ar/uploads/files/2021/11/03/115219_abd-alrzaq-ahmd-28large29.webp

Endamê meclisa bajarê Hesekê Iyeda El-Keraf jî destnîşan kir ku armanca dagirkeriya Tirk ew e ku projeya demokratîk û biratiya gelan li Bakur û Rojhilatê Sûriye têk bibe. Her wiha piştrast kir ku ew dê parastina xaka xwe bikin û li hember van êrişan bisekinin.

/ar/uploads/files/2021/11/03/115243_ayadh-alkraf-28large29.webp

Piştî axaftinan, endama Meclisa Malbatên Şehîdan Selwa Salih wesîqeyên şehîdan xwendin û radestî malbatên wan kirin.

/ar/uploads/files/2021/11/03/115203_slwa-salh-28large29.webp

Di dawiya merasîmê de, cenazeyê şehîd Rûken Aras veguhestin navçeya Dirbêsiyê da ku li Goristana Şehîd Rustem Cûdï ya li gundê Berkevirê were oxirkirin. Her wiha cenazeyê şehîd Ebdulezîz dê bibin Goristana Şehîdan a Til Temirê û şehîd Hemze Hesekê jî dê li goristana malbata wî ya li gundê Bab El-Ferec a li navçeya Holê were veşartin.

(dm)

ANHA