Çeteyên dewleta Tirk li Girê Spî pev ketin

Çavkaniyek herêmî ji kantona Girê Spî ragihand ku ji duh ve heta vê kêliyê, di navbera çeteyên dewleta Tirk de şerek dijwar çêbûye.

Çeteyên dewleta Tirk li Girê Spî pev ketin
3 mijdar, 2021   09:54
EYN ÎSA

Li gorî çavkanî, duh piştî nîvê şev di navbera çeteyên Ehrar El-Şerqiyê û çeteyên Sultan Mûrad de şer çêbû.

Çavkanî ragihandin ku çeteyên Ehrar El-Şerqiyê, çeteyên Sultan Mûrad tewanbar kirin ku ajanên Koalîsyona Navneteweyî ne û li ser vê yek jî şer rû da.

Çavkanî diyar kir ku, çete bi çekên navîn û sivik bi hev ketin û di encamê de tirsek di navbera şêniyên herêmê de çêbû.

(dm)

ANHA