Li Idlibê di navbera çeteyan û hêzên hikumeta Şamê de şer rû da

Di navbera hêzên hikumeta Şamê û çeteyên dewleta Tirk de li eniya El-Bara ya çiyayê Zawiyê ya Idlibê şer rû da.

Li Idlibê di navbera çeteyan û hêzên hikumeta Şamê de şer rû da
3 mijdar, 2021   09:53
NAVENDA NÛÇEYAN

Îro hêzên hikumeta Şamê hewl dan ku derbasî baregehên çeteyan ên li eniya El-Bare bibin. Di encamê de şer rû da û ji herdu aliyan kuştî çêbûn.

Ji aliyekî din ve jî, Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku hêzên hikumeta Şamê herêmên Filêfil û Bênîn a li gundewarê başûrê Idlibê topbaran kirin.

SOHR'ê diyar kir ku du sewqiyetên leşkerî yên hêzên hikumeta Şamê li bajarê Seraqib a gundewarê Idlibê pêk hatin.

(dx)