TEV-DEM`ê bang li OPCW`ê kir: Bila komîteyek biçe Herêmên Parastinê û lêkolîn bike

Tevgera Civaka Demokratîk bang li Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî kir ku komîteyeke şopandinê bişîne Herêmên Parastinê yên Medyayê da ku derbarê bikaranîna çekên kîmyewî ji aliyê dewleta Tik ve li dijî HPG`ê lêkolîn bike.

TEV-DEM`ê bang li OPCW`ê kir: Bila komîteyek biçe Herêmên Parastinê û lêkolîn bike
3 mijdar, 2021   09:42
NAVENDA NÛÇEYAN

Bangawaziya TEV-DEM`ê di demekê de tê ku Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî (OPCW) îro civîna xwe li dar dixe. Demeke berê jî Fermandariya HPG`ê û KCK`ê bang li li YE, DYA û rêxistinên navneteweyî kiribû ku pêşî li bikaranîna çekên kîmyewî ji aliyê dewleta Tirk ve bigirin.

Îro TEV-DEM`ê bi daxuyaniyekê banga avakirina komîteyeke şopandinê kir, da ku biçe Herêmên Parastinê yên Medyayê û derbarê bikarnîna çekên kîmyewî ji aliyê dewleta Tirk ve lêkolîn bike.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: "Tevî bangawaziyên rêxistinên hiqûqî û civakî yên cîhanî yên qedexekirina bikaranîna çekên kîmyewî di şeran de û ruxmî qanûnên navneteweyî yên NY`yê û YE`yê jî yên qedexekirina bikaranîna van çekan, lê dewleta Tirk di şerê xwe yê li dijî îradeya gelê Kurd de û di nav de şerê  li dijî gerîlayên HPG û YJA Starê de bi domdarî û bê dudilîç heta roja îr çekên kîmyewî bikar tîne.

Di daxuyaniyê de bikaranîna çekên kîmyewî ji aliyê dewleta Tirk ve di şerê li Efrîn, Serêkaniyê û bi awayekî bêsûber, hate bibîrxistin û hate gotin, “Badnorên wê zelal û eşkere ne û gelek îsbatên wê yekê hene. Ev yek li pêş çavên civaka navneteweyî û hemû rêxistinên ku bikaranîna çekên kîmyewî qedexe dikin, tê kirin. Qedexekirina van çekan û rêgirtina li belavbûna wan, berpirsiyariyeke mirovî û erkeke exlaqî ye.”

TEV-DEM`ê banga tevlîbûna ji mesa ku ji aliyê KCDK-E`yê îro li pêş pêşiya avahiya Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî li Holandayê tê lidarixstin, kir û got: “Em bang li hemû hêzên civakî, ekolojîk, rêxistinên hiqûqî û di serê de gelên me li Ewropayê dikin ku tev li meşa KCDK-E`yê bibin da ku hesab ji dewleta Tirk a faşîst were xwestin.”

Daxuyaniyê wiha dewam kir: “Ji bo ku peyam û banga we bighêje Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî ku îro civîna xwe li Lahayê li dar dixe, ji bo ku sînor ji belavbûn û bikarîna wan çekan re were danîn û hesab ji aliyên ku wan çekan bi kar tînin bê xwestin û di serî de dewleta Tirk a dagirker.”

TEV-DEM`ê di dawiya daxuyaniya xwe bang li OPCW`ê kir ku komîteyeke şopandinê were avakirin ber bi Herêmên Parastinê yên Medyayê ve werin şandin da ku derbarê bikaranîna çekên kîmyewî ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve, lêkolîn bike.

(bx)

ANHA