Îsraîlê gundewarê Şamê bombebaran kir

Ajansa nûçeyan SANA a girêdayî hikumeta Şamê ragihand ku Îsraîlê bi mûşekan êrişî herêmeke li gundewarê Şamê kir.

Îsraîlê gundewarê Şamê bombebaran kir
3 mijdar, 2021   07:44
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî SANA di encamê êrişê de, ziyanên madî çêbûne.

Li gorî çavkaniyeke leşkerî îro saet 12:58`an de, Îsraîlê bi balafiran nuqteyeke li gundewarê Şamê li herêma Zakiya bombebaran kir û di encamê de ziyanên madî çêbûn.

(dx)