​​​​​​​Siko: Tu kaxiz di destê Tirkiyê de nemane ku bi kar bîne

Ebdulkerîm Siko gefên dewleta Tirk ên dagirkirina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ‎encama binketinên siyasetên wê yê û pirsgirêkên aborî û civakî yên li Tirkiyê ne û got: "Tu kaxiz di destê Tirkiyê de nemane ku bi kar bîne."

​​​​​​​Siko: Tu kaxiz di destê Tirkiyê de nemane ku bi kar bîne
3 mijdar, 2021   04:10
QAMIŞLO- EHMED SEMÎR

Di demekê de ku têkiliyên AKP'ê yên hundirîn û derve paş ketine û dewleta Tirk di nava krîzekî de tengijiye, serokê AKP'ê Recep Teyyîp ‎Erdogan ji bo berfirehkirina qada dagirkeriya xwe gefên dagirkirina Bakur û Rojhilatê ‎Sûriyê dixwe.‎

'KURD LI AFRÎKAYÊ BE WÊ DEWLETA TIRK ŞERÊ WÊ BIKE'

Têkildarî mijarê Sekreterê Partiya Demokrat a Kurdistanê li Sûriyê ‎Ebdulkerîm Siko ji ANHA'yê re axivî.

Ebdulkerîm Siko diyar kir ku şerê ku ‎dewleta Tirk li dijî gelê Kurd ragihandiye ne nû ye û got: "Dewleta Tirk sînorên ku jê re hatine ‎xêzkirin nas nake û ger mijar gelê Kurd be, li Afrîkayê be jî dê şerê Kurdan bike.”‎

'TIRKIYÊ VÊ CARÊ BI SER NAKEVE'

Siko anî ziman ku şerê li dijî gelê Kurd armanca stratejîk a Erdogan e û wiha domand: "Armanca êrişên artêşa Tirk a dagirker ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Başûrê Kurdistanê vejandina xewna Osmaniyan e. Her wiha çi şerekî nû yê dewleta Tirk li dijî herêmê dê tu serkeftinê bi xwe re neyne."

Siko çi destwerdaneke nû ya dewleta Tirk ku dê bi wê re ewlehî û aramiya herêmê xira bike dûr xist û ev tişt got: "Îro rewş ji rewşa berê gelek cuda ye, ji bo çareserkirina krîza Sûriyê gav hene, wekî pêşxistina diyalogên Rêveberiya Xweser bi hikumeta Şamê re. Rêveberiya Xweser piştî serdana nûner û şandeyên wê yên dîplomatîk ji bo ‎Rûsya, Amerîka û Ewropayê re derbasî qonaxeke nû bû."‎

Siko destnîşan kir ku Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD), Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û ‎Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) bi berxwedana xwe herêm gihandiye vê qonaxê ku êdî tevahî cîhanê girîngiya wê nas dike. ‎

Ebdulkerîm Siko îşaret pê kir ku gefên dagirkirina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ‎encama binketinên siyasetên Tirkiyê û pirsgirêkên aborî û civakî yên li Tirkiyê ne. ‎

‛MUXALEFETA TIRKIYÊ DÊ ERDOGAN DI HILBIJARTINÊN BÊ DE BI BIN BIXE’

Derbarê reva Erdogan ji krîza xwe ya hundirîn de Siko got: "Heta ku ‎Amerîka û Rûsya erê nekin, dewleta Tirk nikare yek guleyê jî ber bi herêmê ve biteqîne."‎

Sekreterê Partiya Demokrat a Kurdistanê li Sûriyê ‎ diyar kir ku rewşa hundirîn a Tirkiyê di qonaxa herî xirab de ye, muxalefeta bername ‎û projeyên xwe pêş dixe û ji bo têkbirina Erdogan di hilbijartinên pêş de, planan dike. ‎

‛PLAN Û PROJEYÊN ERDOGAN BI BIN KETIN’

Ebdulkerîm Siko destnîşan kir ku hemû planên Erdogan ên şerê li dijî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi bin ketin. ‎

Derbarê êrişên artêşa Tirk a dagirker ên li dijî Başûrê Kurdistanê û bikaranîna çekên ‎kîmyewî li dijî hêzên gerîlayan Siko de da zanîn ku Erdogan tu cudahiyê naxe navbera kurdan ku ji kijan partiyê be. Her wiha daxuyand ku ji destpêka serhildana li Başûrê Kurdistanê ve PDK'ê bi dewleta Tirk re hevkariyê dike, Siko û bang li PDK'ê kir ku dev ji siyaseta dijminatiya kurdan berde.

Siko berxwedana Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) silav û got: "Berxwedana ku li Efrînê tê kirin bê ‎hempa ye. Çavê Erdogan îro ber bi Kobanê ve ye, lê vê carê nikare projeyên xwe bi ‎hêsanî pêk bîne."‎

Sekreterê Partiya Demokrat a Kurdistanê li Sûriyê ‎Ebdulkerîm Siko wiha gotina xwe bi dawî kir: "Hewdanên Tirkiyê yên dagirkirina Kobanê wê bi ser nekevin, ji ber ku tevahî mafya û terorîstên DAIŞ’ê ku êrişî herêmê kiribûn têk çûn. Bi wê re tu kaxiz di destên dewleta Tirk a dagirker de nemane ku bi kar bîne û hilweşandina wê nêz e."

‏(dx)

‏ ‏ANHA‏ ‏‏ ‏