Sarkîs Kassarjian: Bersiva baylozxaneya Tirkiyê nayê qebûlkirin û dûrî mentiq e

Rojnamevan Sarkîs Kassarjian diyar kir ku daxuyaniya balyozê Tirk a têkildarî hevdîtina bi Cemîl Bayik re ji mentiqê xebata dîplomasî dûr e û got, Tirkiyê difikire ku hemû dezgehên çepemeniyê mîna çapemeniya tirk in, ku êdî di bin serweriya kesên nêzî Erdogan de ye.

Sarkîs Kassarjian: Bersiva baylozxaneya Tirkiyê nayê qebûlkirin û dûrî mentiq e
3 mijdar, 2021   06:44
NAVENDA NÛÇEYAN-YEHYA EL-HEBÎB

Rojnamevan û nûçegihanê rojnameya El-Nehar El-Erebî Sarkîs Kassarjian hevpeyvînek bi Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik re çêkir. Hevpeyvîn di dîroka 27-28`ê Cotmehê de di rojanameyê de hate weşandin.

Balyozê Tirkiyê yê li Beyrûtê, rojnamevan Sarkîs Kassarjian tawanbar kir ku propagandaya Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) dike û got ku ev yek têkiliyên di navbera Tirkiyê û Lubnanê de lawaz dike.

'YA HERÎ BAŞ EW E KU BERSIVA TAWANÊN CIDÎ YÊN LI DIJÎ ARTÊŞA TIRK BIDE'

Rojnamevan Sarkîs Kassarjian got: “Ji axaftinên min ên ku di bersivdayîna balyozxaneya Tirkiyê ya li Lubnanê de hatin dayîn wêdetir, helwesta balyozxaneya Tirkiyê ya derbarê karê rojnamevaniyê de ecêb be."

Kassarjian wiha domand:"Li şûna  ku tawanan bavêje, min hêvî dikir ku bersiva navaroka hevpyevînê û tawanên li dijî artêşa Tirk û siyaseta Tirkiyê ya li herêmê daba ku birêz Cemîl Bayik bi bîr xistine."

Di hevpeyvînê de Cemîl Bayik got, Tirkiyê li bendê ye ku herêmên din ên Sûriyê dagir bike û mîna Lîwa Skenderon tev li axa Tirkiyê bike.

Bayik diyar kir ku rejîma Tirk şerekî qirêj li dijî kurdan dimeşîne û li gel bêdengiya ewropî û amerîkî Erdogan ferman daye ku çekên kîmyewî li dijî gerîla bi kar bîne.

'JI BO KU ARMANCÊN SIYASÎ PÊK BÎNE HEWL DIDE DOZEKÊ DERXE'

Derbarê sedemên bersiva Tirk de rojnamevan Kassarjian got: “Di 3 serdemên borî de gelek rojnameyên Tirk hevpeyvîn bi fermandarên PKK`ê re di sêrî de Abdullah Ocalan, Murat Karayilan û Cemîl Bayik çêkirin. Sala 2013`an ajansa Anadol çû Qendîlê. Gelek rojname û kanalên telefizyonê yên tirk yên navdar hevpeyvîn çêkirin. Lê cudahî ew e ku hikumeta Tirk niha li sedemekê digire ku dozekî têkildarî mijara neteweyî li hundirrê Tirkiyê derxîne. Hikumeta Tirk hewl dide bi hestê neteweyî yên li hundir bilîze. Ji ber vê yekê û ji bo armancên siyasî refleksên bê hincet û dûrî rewşê derdixîne."

Sarkîs Kassarjian îşaret bi axaftina balyozê Tirkiyê ya têkildarî têkiliyên Tirkiyê û Lubnanê û got: "Pir xerîb e ku ji ber gotareke girêdayî rojnameyeke serbixwe, birêz balyoz li ser lawazbûna têkiliyan di navbera Tirkiyê û Lubnanê de biaxive. Ev bi xwe gefeke xerîb e û dûrî rêgez û mentiqa karê dîplomatîk e.”

'DEWLETA TIRK DIFIKIRE KU HEMÛ DEZGEHÊN ÇAPEMENIYÊ MÎNA YÊN TIRKIYÊ NE'

Kassarjian ev yek destnîşan kir: “Bi rastî ev daxuyaniyên balyozê Tirk ji bo El-Nehar û ji bo min wekî nûçegihan zêdetir ji bo çapemeniya Tirk neheqiyek bû. Ez niha ne bi navê El-Nehar diaxivim. Lê dema balyozê dewletekê ji ber gotarekê behsa lawazkirina têkiliyan bi dewleteke din re bike, ev tê wateya ku ew diplomat dibîne ku hemû dezgehên çapemeniyê yên vê dewletê girêdayî siyasetên wê ne. Ew bi awayekî nerasterast dibêje ku çapemenî li Tirkiyê bi navê hikumetê diaxive wê demê El-Nehar jî bi weşandina vê mijarê re nîşan dide ku hikumeta Lubnanê derfetê dide terorîstan. “

Kassarjian anî ziman ku rêjeya herî mezin a çapemeniya Tirk êdî bûye yên kesên nêzî desthilatê û Erdogan û got: "Bi nêrîna min birêz balyoz ji bîr kiriye erka çapemeniyê çi ye û rêbaza meşandina kar çawa ye.”

'NÊZÎKATIYEK DÛRÎ MENTIQA KARÊ DÎPLOMATÎK'

Di dawiyê de rojnamevan Sarkîs Kassarjiyan got: “Bersiva balyozxaneya Tirk nayê qebûlkirin, ne rewa ye û dûrî mentiqê ye. Baylozê Tirk hewl dide rûyê xwe li pêşiya serok Erdogan spî nîşan bide ku karek kiriye. Ji ber ku kar di nava saziyên dewletê de tune ye, balyozê tirk neçar ma ku bi vî rêbazî alîgiriya xwe û çalakbûna xwe xuya bike.”

(şx)

ANHA