Çalakvanên li Sêmalkayê: Xiyaneta PDK`ê li ser doza kurdî xeter e

Şêniyên navçeya Girkê Legê hişyarî dan ku xeta xiyanetê ya ku PDK'ê li ser dimeşe xeteriyê li ser doza kurdî çêdike û gotin, PDK`ê derfetê dide dewleta Tirk ku xaka Kurdistanê dagir bike.

Çalakvanên li Sêmalkayê: Xiyaneta PDK`ê li ser doza kurdî xeter e
3 mijdar, 2021   05:36
QAMIŞLO – KELSÛMA ELÎ

Ji 23'yê Nîsana borî ve êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê yên Başûrê Kurdistanê didomin. Dewleta Tirk di êrişên xwe de çekên kîmyewî bikar tîne, ev êriş bi destekdayîna hêzên PDK`ê têne kirin ku bûye hevalbendê dewleta Tirk.

PDK`ê ne tenê koordînatên îstîxbaratê li ser nuqteyên gerîlayan dide dewleta Tirk, di hemanê demê de êrişî gerîlayan dike. Çekdarên PDK'ê di 28`ê Tebaxê de li herêma Xelîfanê kemînek ji gerîlayan re danîn, di encama wê de 5 gerîla şehîd bûn ji wan şehîd Tolhildan Raman û Serdem Cûdî ên ji Rojava ne.

Gelê Kurd ji ber vê yekê bi hêrs e û ji 5`ê Cotmehê ve çalakiyan li dergehê Sêmalkayê li dar dixe da ku PDK`ê cenazeyê şehîd Tolhildan Raman û Serdem Cûdî radestî malbatên wan bike.

'PDK`Ê DERFETÊ DIDE ARTÊŞA TIRK KU PLANÊN XWE LI KURDISTANÊ PÊK BÎNE'

/kr/uploads/files/2021/11/02/211829_-.webp

Yûsif Yehya yê ji Girê Legê ku tev li çalakiya konvedanê bûye wiha axivî: "Ji ber siyasetên PDK`ê yekitiya kurdan çênabe. PDK'ê rê li pêşiya dewleta Tirk vedike da ku planên xwe li parçeyên Kurdistanê pêk bîne."

Yehya diyar kir ku dewleta Tirk rojekê dev ji êrişên qirkirina gelê Kurd bernadaye û îro jî PDK`ê dixwaze destkeftiyên ku li Başûrê û Rojava Kurdistanê hatine bidestxistin, têk bibe.

Yehya got, xiyaneta PDK`ê weke girêkeke penceşêrê ye ku belav dibe da ku destkeftiyên gelê Kurd tune bike.

Yûsif Yehaya di dawiyê de kirinên PDK`ê şermezar kir û îşaret bi girîngiya berdewamiya çalakiya konvedanê ya li dijî rêya xiyanetê, kir.

'XETA XIYANETÊ YA PDK`Ê LI SER DOZA KURDÎ XETER E'

/kr/uploads/files/2021/11/02/211808_-.webp

Têkildarî hevkariya PDK`ê bi dewleta Tirk re welatiyê bi navê Ebdulkerîm Ehmed ev tişt anî ziman: "Mixabin PDK`ê hevkariya bi dewleta Tirk re didomîne. Ew bi awayekî eşkere hevalbendê siyaseta dewleta Tirk a qirêj û sîxurtiyê ye. Gelê Kurd vê xiyanetê qet qebûl nake."

Ebdulkerîm Ehmed diyar kir ku xeta xiyanetê ku PDK`ê li ser dimeşe xeteriyekê li ser doza kurdî çêdike.

(bx)

ANHA