Tetbîqatên rûsî li nêzî gundê Genterî li ser rêya M4

Hêzên rûsî tetbîqatên leşkerî bi balafirên şer û helîkopeteran li nêzî gundê Genterî yê rojavayê herêma Aliya ya Eyn Îsayê berdewam dikin.

Tetbîqatên rûsî li nêzî gundê Genterî li ser rêya M4
2 mijdar, 2021   20:42
HESEKÊ

Li gorî çavkaniyên ji herêmê, balafirên şer ên Rûsyayê tetbîqatên leşkerî bi cebilxaneyên zindî li nêzî gundê Genterî yê li rojavayê gundê Aliya yê bi ser rêya M4 a Eyn Îsayê ve bi rê ve dibin.

Çavkanî da zanîn ku hêzên Rûsyayê ji du rojan tetbîqatên leşkerî bi balafirên şer û helîkopteran pêk tînin û rûberên vala yên herêmê hedef digirin.

(fr)

ANHA