ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 03-11-2021

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 03-11-2021
3 mijdar, 2021   00:00

-Şêniyên kantona Hesekê sê şehîdên QSD'ê li goristana Şehîd Dijwar oxir dikin, saet 12:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Çalakiya li deriyê Sêmalka ya ji bo şermezarkirina siyasetên PDK'ê û bi daxwaza cenazeyên şehîdan di doma 30'î de berdewam dike. Mamoste serdana çalakiyê dikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şêniyên navçeya Girkê Legê îşaret pê kir ku xeta xiyanetê ya ku PDK'ê li ser dimeşe li ser doza kurdî xeter e û diyar kirin ku PDK'ê derfetê dide Tirkiyê ku xaka Kurdistanê dagir bike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şêniyên navçeya Dirbêsiyê û ciwanên Kobanê êriş û gefên dewleta Tirk şermezar kirin û gotin ku ew ê li hember dewleta Tirk li ber xwe bidin û derfetê nadin dewleta Tirku xaka Sûriyê dagir bike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Rojnamevan Sarkîs Kassarjian diyar kir ku daxuyaniya balyozê Tirk a têkildarî hevdîtina bi Cemîl Bayik re ji mentiqê xebata dîplomasî dûr e û got, Tirkiyê difikire ku hemû dezgehên çepemeniyê mîna çapemeniya tirk ên kesên nêzî Erdogan in. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANALÎZ

- DAIŞ'ê beriya 7 salan beşeke girîng a Iraq û Sûriyê bi dest xist û xelîfetiya xwe li Reqayê îlan kir. Di 15'ê Îlona 2014'an de dest bi êrişa sêalî ya li ser Kobanê kir.  Beriya wê jî DAIŞ'ê bi ser wîlayeta Embar a Iraqê de girtibû û Mûsil jî dagir kiribû û berê xwe dida Hewlerê. DAIŞ’ê ewilî komên din ên çete yên li Sûriyê tesfiye kirin û hêzên rejîmê dîl girtin û hema hema Şam jî digirtin.

POLÎTÎKA

- Hiqûqnas û lêkolînerê misirî Mihemed Muxtar têkildarî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên bi çekên kîmyewî li dijî Kurdan û bêdengiya civata navneteweyî got: "Divê civakên sivîl ên Kurd û Ereb yekgirtî bin û fişarê li Komkara Ereb bikin da ku dosyaya Tirkiyê di qadên navneteweyî de bixin tevgerê." (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Ebdulkerîm Siko da zanîn ku rewşa li ‎Tirkiyê qeyran e û hêzên AKP’ê bi paş ketiye. Her wiha eşkere kir ku li gorî daneyên ‎heyî yên li ser astên hundirîn û navneteweyî êrişên dewleta Tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê ‎Sûriyê guman in.‎ (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Cîgirê Serokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser Jozêf Lehdo got, rêveberî amade ye ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê  diyalogan bi hikumeta Şamê re li dar bixe. (BI WÊNE Û DÎMEN).

DOSYA

Gelo dewleta Tirk dê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bikeve herêmeke din? Gelo hewldaneke muhtemel a dagirkeriyê ji bo dewleta Tirk dê çi bi xwe re bîne û herêmên ku bi hewldana dagirkeriyê re rû bi rû ne, girîngiya xwe ya jeostratejîk û polîtîk çi ye?

ANHA