Gotina dawîn dê ya berxwedêran be

Gotina dawîn dê ya berxwedêran be
3 mijdar, 2021   01:47

HALÎL CEMAL

DAIŞ'ê beriya 7 salan beşeke girîng a Iraq û Sûriyê bi dest xist û xelîfetiya xwe li Reqayê îlan kir. Di 15'ê Îlona 2014'an de dest bi êrişa sêalî ya li ser Kobanê kir.  Beriya wê jî DAIŞ'ê bi ser wîlayeta Embar a Iraqê de girtibû û Mûsil jî dagir kiribû û berê xwe dida Hewlerê. DAIŞ’ê ewilî komên din ên çete yên li Sûriyê tesfiye kirin û hêzên rejîmê dîl girtin û hema hema Şam jî digirtin.

Vê koma çete 3'yê Tebaxa 2014'an bi Şengalê re berê xwe da Kurdan. Demeke kurt be jî Mexmûr girt. Kerkûk û navçeyên li derdora wê gelek caran rastî êrişên çeteyên DAIŞ'ê hatin. Bi kurtasî li herêmê împaratoriya tirsê hate avakirin. Sînorê Iraq-Sûriyê ji holê rabû. ‘Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê’ hate avakirin. Ji bilî Îsraîl û dewleta Tirk a faşîst, Brîtanya û hemû dewletên rojavayî û bi taybet Fransa bi çalakiyên DAIŞ'ê dihatin tehdîtkirin. Ji Lîbyayê heta Nîjeryayê, heta Malî, ji wir heta Somalî, Sûdan û Iraqê hovîtiyên DAIŞ'ê hebû. Hovîtiya DAIŞ'ê li 52 welatên îslamê pêk hat, balkêş e ‘Işik Okullari’ (dibistanên Fetullah Gulen) hema hema li van hemû welatan hebûn.

Rojhilata Navîn bi destê DAIŞ'ê ji nû ve dihat dîzaynkirin. Mîna ku "Projeya Rojhilata Navîn a Mezin" a ku DYA bi hevserokatiya şefê faşîst Erdogan bi pêş xist, ji aliyê DAIŞ'ê ve dihat meşandin.

DAIŞ sala 2007'an bi projeyeke wiha ava bû û sala 2011'an dest bi çalakiyan kir. Ji 3'yê Tebaxê ve berê xwe da êrişên qirkirinê yên li dijî Kurdan û ji Şengalê dest pê kir. Bi van êrişan, hewl dan projeya Osmaniya Nû pêk bînin. Piştî wê jî her tim navê DAIŞ'ê û desthilata faşîst a AKP/MHP'ê û şefê faşîst Erdogan li kêleka hev hatin gotin. DAIŞ êdî beşek ji projeya Osmaniya Nû bû, Erdogan jî bûbû xelîfeyê wan!

STALÎNGRADA DUYEMÎN; KOBANÊ

Di 15'ê Îlona 2014'an de, 5 roj piştî êrişa Kobanê, di 20'ê Îlonê de rayedarên Balyozxaneya Tirkiyê ya Mûsilê bi Grê Spî re derbasî Tirkiyê bûn. Serokwezîrê Tirk Davutoglu gera xwe ya li Azerbêcanê bi dawî kir û ji bo pîrozkirina wan hat Rihayê.

Di 20'ê Çileya 2015'an de bi azadkirina Kobanê re êrişên çeteyan bi temamî hatin berterefkirin.  Ev rizgarî di heman demê de dihat wateya qedandina efsaneya têkneçûna DAIŞ'ê. Kobanê bi rola serhildêrên Stalîngradê rabû û ev efsane xera kir.

Li pişt êrişên çeteyên DAIŞ'ê yên zêdetirî 4 mehan çi hebû û DAIŞ’ê çima bi êrişeke wiha berê xwe dabû Kurdan?

LI KOBANÊ MIROVAHIYÊ BI PÊŞENGIYA TEVGERA APOCÎ LI BER XWE DA

Êrişên DAIŞ’ê yekser piştî îlankirina rêveberiyên xweser li kantonên Kobanê, Efrîn û Cizîrê dest pê kirin. Serê pêşîn desthilata faşîst a AKP/MHP'ê bertek nîşanî rêveberiyên kantonan de. Desthilata faşîst a AKP/MHP'ê got ew ê tu carî destûrê nedin avaniyeke duyemîn a xweser a Kurdan li ser sînorên xwe û dest bi plana êrişê ya li dijî kantonên Rojava  kir. Çeteyên DAIŞ'ê ji bo van êrişan kirin wekîlên xwe. Ji ber ku berê ceribandibûn lê li Serêkaniyê û bajarên din ên Rojava bi ser neketin. Êdî dema bikaranîna DAIŞ'ê bû. Di demekê de ku tu kesî nedikarî li hember DAIŞ'ê li ber xwe bide, gelo dê Kurdan ev bikira ku tu teknîka wan an jî desteka derve tune bû? Lê belê li ser bangên rêber Abdullah Ocalan, KCK û PKK'ê; tevahiya gelê Kurdistanê, dostên wan û mirovahiyê, li ber xwe da. Li Kobanê mirovahî bi pêşengiya Tevgera Apocî li dijî faşîzmê û çeteyên wê li ber xwe da.

Gerîla li ser bangên berxwedanê, berê xwe da Kobanê. Piştî bangên Rêbertî, bi hezaran ciwanên ji Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê bend şikandin û sînor derbas kirin û tev li berxwedana Kobanê bûn. Bi deh hezaran gelê Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê, ji bo pêşî li êrişên çeteyên DAIŞ'ê yên ji Bakur jî bigirin, li ser sînor ji bo Kobanê nobet girt. Gelek rêxistin an jî partiyên siyasî, bi taybet ciwanên Başûr û Rojhilatê Kurdistanê desteka berxwedanê ji bo Kobanê dan.

Bi kurtasî, çawa ku apociyan li dijî mêtingerî, faşîzm û çeteyan li ber xwe da, mirovahiyê di şexsê apociyan de dest bi zindîkirina pêşeroja jiyana azad kir û hêviya jiyana azad geş kir. Ji ber ku di oxira jiyana azad de bi hezaran mirovan hewl da wesiyeta Kemal Pîran bi cih bînin û bûn fedaî û bê dudilî ber bi azadiyê ve meşîn.

Mirovahî bû şahidê ji nû ve rabûna ruhê Che Guevera, Sierra Meastra, Ho Shi Minh,   Dien Bien Fu di şexsê Kobanê de. Kobanê bi pêşengiya şervanên azadiyê tê koşiya û cîhanê jî bi îlankirina ‘1'ê Mijdarê Roja Kobanê’ bersiv da vê hesretê.  Wê rojê bi milyonan mirovan ji 93 welatan silav da Kobanê.

Şefê faşîst Erdogan digot “Kobanê ha ket, ha dikeve” ji ber ku dijminahiya wî ew kor kiribû û nedikarî rastiyê bibine. Hîtler jî ji ber dijminatiya bi mirovahiyê nedidît ku Stalîngrad dê dawiyê lê bîne.

TÊKÇÛNA DAIŞ'Ê HILWEŞÎNA FAŞÎZMA AKP-MHP'Ê YE

Piştî azadkirina Kobanê û têkçûna li Baxozê ku keleha dawîn ya DAIŞ'ê anku faşîzma AKP/MHP'ê ya li Sûriyê bû, di 2’yê Mijdara 2019'an de Roja Rojava ya Cîhanê hate ragihandin.

Îro tenê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê DAIŞ tene li girtîgehan heye û herî zêde dewleta Tirk a faşîst ji vê yekê aciz e. Ji ber ku çeteyên ku bi tayînkirina wekîlan êrişî Kurdan kiribûn, ji hemû qadan ku ji Kobanê dest pê kir, hatin derxistin. Yanî Kobanê bû sembola berxwedana li dijî faşîzm û mêtingeriyê. Ji ber vê yekê mêtingeriya faşîst a dewleta Tirk îro jî Kobanê tehdît dike, mîna ku tola DAIŞ'ê hilîne. Ew ji raya giştî ya cîhanê piştgirîyê dixwaze. Ji bo piştevaniyê jî her cure îstîsmar û demagojiyê dike. Ji ber ku têkçûna DAIŞ'ê di heman demê de destpêka hilweşîna faşîzma AKP-MHP'ê ye.

Dewleta Tirk a faşîst ji bo tola DAIŞ'ê hilde û vê hilweşînê bisekinîne, li Bakur û li Başûr êrişî apociyan dike, her şêwe sûcên şer dike. PDK/ENKS'ê jî ji bo dijminatiya Kurdan bi maske bike, wek hevkarên xayîn bi kar tîne.

Di van şert û mercan de şefê faşîst Erdogan dema ku gef li Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê xwar ku navenda berxwedana li dijî DAIŞ'ê ye, ji bo peydakirina piştevaniyê li cîhanê geriya. Nayê zanîn ku hêzên cîhanî dê çawa bersiva van geran bidin, lê ji bo parastina şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê divê baweriyeke xurt bi serkeftinê hebe.

EM BI SERKEFTINÊ BAWER BIKIN...

Ji ber ku serkeftin ne tenê bi destê kesên mafdar, bi destê kesên bi serkeftinê bawer dikin, pêk tê.

Em bi serkeftinê bawer bikin;

Ji ber ku Dijmin êdî ne dijminê berê ye û Kurd jî ne bi tenê ne!

Em bi serkeftinê bawer bikin;

Ji ber ku gel û şervanên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, ciwan û jinan ne tenê li dijî çeteyan, lê belê rasterast li dijî dijmin şer kir. Em bûn xwedî tecrube. Ji ber vê yekê me dît ku dijminê me kî ye û dê çi bike. Ji ber vê yekê îro dê Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî dubare nebin. Berevajî vê, Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî dê rizgar bibin. Hêza me heye. Birêxistinbûna me û têra xwe amadekariya me heye.

Û em ji bîr nekin; gotina dawîn ne ya xwediyên hêzê ye, ya berxwedêran e.

ANHA