PUKNOW: Lahûr Şêx Cengî ji YNK’ê hate derxistin

Li gorî malpera fermî ya YNK’ê, Hevserokê YNK'ê Lahûr Şêx Cengî ji YNK’ê hat derxistin.

PUKNOW: Lahûr Şêx Cengî ji YNK’ê hate derxistin
2 mijdar, 2021   20:34
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî malpera fermî ya YNK’ê (puknow), çavkaniyekî payebilind ji Polîtburoya Yekitiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) ragihand ku Hevserokê YNK’ê Lahûr Şêx Cengî ji YNK’ê hat derxistin.

Lahûr Şêx Cengî îro bi peyamekê bang li Meclisa Rêveberiya YNK’ê kirîbû ku weke organa herî bilind a di navbera du kongreyan de bi erka xwe rabe û di demek herî nêzîk de ji bo dîtina rêyek ji bo derbaskirina vê rewşê û çeraserkirina pirsgirêkan bicive.

Lahûr Şêx Cengî di 17’ê Tîrmehê de wezîfeya xwe weke hevserok radestî Hevserokê YNK’ê Bafil Talebanî kirîbû.