Komeleya Newroz Roja Cîhanî ya Piştgiriya Kobanê bibîr anî

Komeleya Newroz a Çandî û Civakî li Lubnanê, Roja Cîhanî ya Piştgiriya Berxwedana Kobanê pîroz kir û bal kişand ser rola jinê di bersivdayîna êrişên terorîst de.

Komeleya Newroz Roja Cîhanî ya Piştgiriya Kobanê bibîr anî
2 mijdar, 2021   12:36
BEYRÛT

Bi boneya heftemîn salvegera Roja Cîhanî ya Piştgiriya Berxwedana Kobanê, rêxistinên jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û derve ev roj li hemû gelên berxwedêr pîroz kir.

Komeleya Newroz a Çandî û Civakî bi panalekê ku li navenda komeleyê hat lidarxistin, ev roj pîroz kir. Di destpêka panalê de Seroka Komeleyê Henan Osman bal kişand ser girîngiya berxwedana Kobanê ya ku bi pêşengtiya jinan hat meşandin.

/ar/uploads/files/2021/11/02/112829_3.webp

Henan Osman her wiha piştrast kir ku jin di sala 2014’an de ligel berxwedana Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) bi wêrekî û lehengiya xwe di şerê li dijî çeteyên DAIŞ’ê de di parastina Kobanê de destanên lehengiyê nivîsandin.

Her wiha mamostaya zanîngehê û Seroka Komeleya Misawa - Werda Butrus Dr. Marî Nasîf El-Dibis der barê mijara tundiya li ser jinê û şêwaz û cureyên wê û têkoşîna li dijî rêbazên cûreyên şidetê, axivî.

Dr. Marî Nasîf El-Dibis berxwedana gelê Kurd a ji bo azadî û rûmetê silav kir.

(dx)

ANHA