Di teqîna Kabulê de 19 kes hatin kuştin

Li gorî dezgehên çapemeniyê ragihand ku di encama teqîna li nexweşxanaya Kabulê pêk hat de, 19 kes hatin kuştin û 50 kes jî birîndar bûn.

Di teqîna Kabulê de 19 kes hatin kuştin
2 mijdar, 2021   12:40
NAVENDA NÛÇEYAN

AFP`ê ku agahiyên xwe spartin rayedarekî Wezareta Tenduristiyê, ragihand ku di encama êrişa li ser nexweşxaneya li Kabulê de 19 kes hatin kuştin û 50 jî birîndar bûn.

Her wiha Reuters diyar kir ku li nexweşxaneya Serdar Mihemed Dawûd Xan a leşkerî li paytexta Efganistanê ya Kabulê dengê du teqînên mezin hate bihîstin û paşê dengê gulebaranê jî hat.

Berdevkê Wezareta Hundirîn ê Hikumeta Talîban Qarî Seîd Xostî got bombeyek li deriyê veguhestinê yê nexweşxaneyê, teqiya.

 (bx)