​​​​​​​Rojnameyên erebî: Peyamên Rûsyayê kaxizên Tirkiyê li hev xistin

Rojnameyên erebî vê sibê derbarê binketina hewldanên dewleta Tirk ên êrişkirina Bakur û Rojhilatê Sûriyê, aloziya li Iraqê û Sûdanê de nivîsandin.

​​​​​​​Rojnameyên erebî: Peyamên Rûsyayê kaxizên Tirkiyê li hev xistin
2 mijdar, 2021   09:14
NAVENDA NÛÇEYAN

HELWESTA AMERÎKAYÊ Û NAMEYÊN RÛSYAYÊ KAXIZÊN DEWLETA TIRK LI HEV XISTIN

Rojnameya El-Exbar a Lubnanê têkildarî mijarê wiha nivîsî: “Di demeke ku serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan bi hempîşeyê xwe yê Amerîkayê Joe Biden di nava hevdîtinekê de bû, da ku erêkirina Amerîkayê bi dest bixe ku êrişî Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bike, Rûsyayê peyamên leşkerî yên yekser ji Enqereyê re şandin ku ev herêm jî di nava hesabên Rûsyayê de ne. Ji vir xuya dibe ku kaxizên Tirkiyê hatin lihevxistin û hewldana Erdogan ku bi Washington û Moskovê re bazaran bike da ku destkeftiyên duqat bi dest bixe, bi binketin.

Di dirêjahiya çend mehên dawîn de Erdogan hewl da bi Amerîkayê re têkildarî nuqteyên nakok bigihêje lihevkirineke diyar, jê ya herî girîng erêkirina pêkanîna operasyonekê li dijî Sûriyê, da ku herêmên din ên nêzî sînorên başûr ên bi Sûriyê re tevlê xaka Tirkiyê bike.

Hevdîtina di navbera Erdogan û Biden de têkildarî nexşerêya meydanî ya herêmên rojhilatê Firatê bê encam bû. Li gorî agahiyên ku hatine belavkirin, Washington pêwîstiya berdewamkirina agirbestê piştrast kiriye û Biden li ser girîngiya pêkanîna çareseriyeke siyasî israr kiriye.

Dezgehên çapemeniyê yên opozîsyonê plana leşkerî ya Tirkiyê belav kir ku dixwaze li ser 4 eniyan; Til Rifet, Minbic, Til Temir û Eyn Îsayê operasyonekê pêk bîne.  A balkêş ew e ku li van herêman hêzên leşkerî yên Sûriyê hene û qada hegemonya Rûsyayê ye. Ji ber wê Moskovê peyamên yekser ji Enqereyê re şand û rahênanên leşkerî li herêma Til Temirê pêk anîn. Rûsya ji vê yekê xwest bêje ev herêm di bin kontrola wê de ye û her lihevkirinek bi Amerîkayê re rê nade ku Tirkiyê êrişî wan bike.

Ji planê diyar dibe ku li beramberî vekirina beşa rojava ya rêya M4 a navneteweyî, Tirkiye dixwaze beşa rê ya li herêma rojhilat Firatê kontrol bike. Ji ber ku ev rê ji rojhilatê Sûriyê digihêje Helebê, paşê Lazîqiye û vekirina rêya M4 gelek girîng e.

Enqere dixwest bi rêya vê planê herêmên din ên Sûriyê dagir bike. Kurdan ji sînorên li herêmên rojhilatê Firatê dûr bixe ku qada hegemoya Amerîkayê dihesbîne. Hemwextî wê, bi rêya hegemoya xwe ya li rojavayê Firatê dixwest fişarê li Rûsyayê bike ji bo ku li beramberî vekişîna ji Idlibê û vekirina rêya M4, ber bi Minbic û Til Rifatê ve pêşde biçe. Di encamê de destkeftiyên duqat ji Washington û Moskovê bi dest bixe. Lê Moskovê bi rêya pêkanîna rahênanan li Til Temirê bersiva hewldanên Tirkiyê dan ku nepêkane rojhilatê Firatê ji rojavayê wê qut bibe û Rûsya jî bi hemû hêza xwe li herêmê ye. ”

EL-SEDIR ŞIRÎKAN Û HEVRIKÊN XWE MATMAYÎ KIR

Têkildarî rewşa li Iraqê rojnameya El-Şerq El-Ewsat wiha nivisî: “Serokê Şepela El-Sedrî Muqteda El-Sadir hevrik û şirîkên xwe matmayî kir dema daxwaza xwe ya avakirina hikumetê ragihand ku piraniya wê siyasî be.

El-Sadir ku bloka wî di hilbijartinên dawîn de 74 kursî bi dest xist û kete rêza yekemîn di daxuyaniyekê de destnîşan kir ku divê parlamentoya bê, xwedî du alî be, yek alîgir be ku hikumetê ava bike û guhertinê li hemû astan pêk bîne. Aliyê din li gorî El-Sadir dijber be, bi şerta ku divê aliyê yekemîn pê bişêwre û paşguh neke.

 

EL-BURHAN GEFA BIKARANÎNA KAXIZA BAREGEHA RÛSYAYÊ LI HEMBERÎ DESTEKA AMERÎKÎ YA JI SIVÎLAN RE XWAR

Derbarê rewşa Sûdanê de rojnameya El-Ereb wiha nivîsî : ”Fermandarê Artêşa Sûdanê Ebdulfetah El-Burhan stratejiya lîstina li ser nakokiyên navneteweyî bi kar tîne ku serokê berê Umer El-Beşîr bi kar dianî da ku artêşê li ser desthilatê bihêle. Jê ya herî girîng kaxiza baregeha Rûsyayê ya li ser beravê Deryayê Sor e. El-Burhan vê kaxizê li dijî fişarên Amerîkayê bi kar tîne ku hewl dide destekê bide sivîlan.

Ji daxuyaniyên El-Burhan diyar dibe ku têkiliyeke baş di navbera fermandariya artêşê û Rûsyayê de heye û nîşaneyên yekser ji rêveberiya Amerîkayê re rêkir ku berdewamkirina piştevaniya sivîlan wê li ser hesabê berjewendiyên Washington ên li Deryayê Sor bin.

(şx)