​​​​​​​Li Eyn Îsayê tetbîqatên hêzên Rûsyayê

Li rojhilatê navçeya Eyn Îsayê li nêzî herêmên dagirkirî hêzên Rûsyayê tetbîqatên leşkerî kirin.

​​​​​​​Li Eyn Îsayê tetbîqatên hêzên Rûsyayê
2 mijdar, 2021   13:03
EYN ÎSA

Hêzên Rûsyayê bi helîkopter û balafirên şer li rojhilatê Eyn Îsayê û nêzî herêmên ku dewleta Tirk dagir kirine, tetbîqatên leşkerî pêk tîne.

Balafirên şer û helîkopter bi awayekî nizm li ser gundewarên rojhilatê navçeyê Eyn Îsayê û li ser xetên şer ên bi dewleta Tirk û çeteyên wê re firiyan û bombeyên ronîkirinê avêtin.

Ev cara 3`yemîn e ku tetbîqatên leşkerî ji aliyê hêzên Rûsyayê ve li Bakur û Rojhilatê Sûriyê têne kirin. Di 31`ê Cotmeha borî de hêzên Rûsyayê bi beşdarbûna hêzên hikumeta Şamê cara yekemîn tetbîqatên leşkerî yên hevbeş li gundewarên navçeya Til Temirê pêk anîn, her wiha duh li gundewarên rojavayê Girê Spî tetbîqatên leşkerî hatin kirin.

(bx)

ANHA