Li paytexta Efganistanê 2 teqîn pêk hatin

Ajansa Reutersê ragihand ku li paytexta Efganistanê Kabûl li nêzî nexweşxaneyeke leşkerî du teqîn pêk hatin.

Li paytexta Efganistanê 2 teqîn pêk hatin
2 mijdar, 2021   09:58
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Reutersê, li paytexta Efganistan Kabulê nêzî nexweşxaneyeke leşkerî du teqîn çêbûn û piştre dengê çekan hate bihîstin.

Heta niha encamên teqînê nayên zanîn.

Di çend rojên borî de, paytexta Egxanistanê rastî rêzeteqînan hat.

(dx)