‛PDK’ê welat firot û xwîna gel dirijîne, cihê wê di nav me de tune ye’

Caziye Horan yek ji dayikên aştiyê û endama rêveber a Yekitiya Jinên Êzidî ye got: "Cihê PDK’ê di nav kurdan de tune ye, ji ber ku welat firot, xwînê gelê Kurd dirêjîne û Başûrê Kurdistanê kir baregehê dagirkeran."

‛PDK’ê welat firot û xwîna gel dirijîne, cihê wê di nav me de tune ye’
2 mijdar, 2021   01:47
QAMIŞLO-SILAVA EBDUREHMAN

Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Cizîrê bi armanca şermezarkirina xiyaneta PDK’ê û ji bo wergirtina cenazeyên gerîlayên ku li herêma Xelîfanê di kemîna hêzên PDK'ê de şehîd bûn ji 5’ê Cotmeha borî ve çalakiya konvedanê li deriyê Sêmalka li dar dixe. Rojane pêkhateyên herêma Cizîrê, saziyên civaka sivîl, partiyên siyasî û saziyên olî serdana çalakiyê dikin.

Li gorî Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê, hêzên PDK’ê di 28-29’ê Tebaxa borî de li herêma Xelîfanê kemînek ji gerîlayan re danî. Di encamê de 5 gerîla şehîd bûn, gerîlayek piştî 16 rojan vegeriya cihê xwe û gerîlayekî birîndar bû û dîl hat girtin. Rexmî bertek û bangên domdar, heya niha PDK'ê cenazeyên şehîdan radestî malbatên wan nekirine.

PDK’ê di dagirkirin û êrişên li dijî Başûrê Kurdistanê de tevkariyê bi dewleta Tirk a dagirker re dike. Ruxmî bertekan, lê PDK’ê li pêş dewleta Tirk derfet vekiriye ku rûberên fireh ji xaka Başûrê Kurdistanê dagir bike.

Şandeyeke ji Dayikên Aştiyê du caran hewl da di dergehê Sêmalkayê re derbasî Başûrê Kurdistanê bibe û peyamekê radestî desthilatên Başûr bikin ku ew cenazeyên şehîdên xwe Tolhildan Raman û Serdem Cûdî  werbigirin. Lê di her du caran de desthilatan nehişt ku dayik derbas bibin û xebata dezgehên çapemeniyê yên bûyer dişopandin asteng kir.

‛EM JI BO RÛMETA XWE LI DIJÎ MÊTÎNGERIYÊ TÊ DIKOŞIN’

Dayikên Aştiyê diyar kir ku ew ê heta pêkanîna xwestekên xwe yên radestkirina cenazeyên Tolhildan û Serdem çalakiya xwe berdewam bikin.

/kr/uploads/files/2021/11/01/204201_dsc_0103-large.webp

Endama rêveber a Yekitiya Jinên Êzidî û yek ji Dayikên Aştiyê ya ku ji roja destpêkê ve tev li çalakiyan bûye Caziye Horan ji ajansa me re axivî.

Caziye Horan wiha got: "Ji roja yekemîn a çalakiya konvedanê ve em cenazeyên şehîdên xwe yên ku bi destê xayînan şehîd bûbûn dixwazin. Em dijminahiya dewleta Tirk ji kurdan re baş dizanin, ji lew re em ji wê tu tiştî bawer nakin. Lê PDK’ê yê ku îdiaya kurdiyatiyê dike zirarê digihîne gelê Kurd, perspektîf û fermanên dewleta Tirk pêk tîne."

Caziye Horan xayînên ku tevkariya bi dijminên kurdan re dikin şermzar kir "Ji ber ku kemînan ji zarokên me yên gerîla re ku ji dehan sal ve parastina rûmeta gelê Kurd dikin û parastina azadiya wî dikin, datînin."

Caziya Horan wiha domand: "PDK’ê nehişt em derbasî Başûrê Kurdistanê bibin û ji me re gotin li aliyê din dewleta Iraqê ye û li aliyê din dayikên ji Sûriyê ne. Her wiha dayikan ji wan re got ev Başûr e û ew jî Rojava ye û Kurdistan yek e. Lê hêzên PDK’ê nehişt ku peyama dayikan radestî aliyên têkildar bikin û em derkirin. Li ku cihî ev kiryar pêk tên?"

Caziye Horan bi şoq ev yek anî ziman: "Dewletên cîhanê dihêlin Dayikên Aştiyê bêyî astengiyan derbasî gel wan bibin, lê PDK’ê nehêle ew gavekê jî biavêjin û ew Kurdistanê parçe dike."

‛KÎ KURDAN QETIL DIKE DÊ ZÛ YAN DERENG BERDÊLÊ BIDE’

Caziya Horan nerazîbûn nîşanî PDK'ê da û wiha domand: "Cihê êş û mixabiniyê ye ku gerîlayên nêzî 40 sal in li dijî dijmin tê dikoşin û canê xwe di oxira xizmeta doza Kurd de xistiye destê xwe, werin şehîdxistin. Ew kurdên ku êrişî kurdan dikin û wan qetil dikin, zû yan dereng dê berdêlên vê yekê bidin."

Caziye Horan behsa rola jinan a aktîf û bandor di rêxistinkirina tevgera jinan û rizgarkirina wan ji bindestî û koletiyê de kir û diyar kir ku ew li Herêmên Parastinê yên Medyayê li hember dewleta Tirk a dagirker şer dikin û li Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dijî çeteyên DAIŞ’ê şer dikin.

Jinên Kurd destanên qehremantiyê nivîsandin û ji jinên Rojhilata Navîn û cîhanê re bû nimûne. Têkildarî berxwedana jinan de gelek fîlm hatin çêkirin, ji wê zêdetir gelek pirtûk û kovarên behsa dîroka jinan a tijî têkoşîn û berxwedanê dikin hatin çapkirin.

Endama rêveber a Yekitiya Jinên Êzidî Caziye Horan ev tişt got: "PKK’ê parastina tevahî Kurdistanê dike û nimûneya wê yekê jî, li Kerkûk, Şengal, Kobanê û herêmên din li hember çeteyên DAIŞ’ê li ber xwe dan. Di wê demê de jî hêzên PDK’ê yên îdia dikir ku parastina Kerkûk û Şengalê dikirin reviyan."

Caziye Horan wiha gotina berdewam kir: "Piştî ku hêzên PDK’ê ji Şengalê reviyan û êzidî li hember çarenûseke nediyar hiştin, heta roja îro şengalî azarên êrişên DAIŞ’ê dikişînin."

‛EM BANGA AŞTIYÊ DIKIN Û EW ÎSRARA ŞER Û ÎXANETÊ  DIKIN’

Caziye Horan behsa bangên Tevgera Azadiya Kurdistanê yên li PDK’ê ku ji bo yekitiyê bixebite kir û wiha got: "Ew ne li gorî berpirsiyartiyê ne û nikarin parastina Kurdistanê bikin. Ew texmîn dikin ku Başûrê Kurdistanê  tenê Kurdistan e."

Caziye Horan eşkere kir ku gerîla xwe dispêre rêgeza xweparastinê û pêşdeçûna stratejiya parastinê, lê PDK' pişta xwe nade tu aliyekî ku perspektîfên wê pêk bîne.

Caziye Horan destnîşan kir ku hêzên gerîla di dilê her ferdekî/ê de xwesteka rizgarkirina ji zilm û koletiyê çandê ye û ev tişt anî ziman: "Em ji bo gerîla amade ne canê xwe bidin. Wek xwînê di damarên me re diherikin, di çavên me de ronahî ne, di rihên me de ne û me têkoşîna xwe ji hebûna wan girtiye."

Girêdayî rola hêzên PDK’ê û tevkariya wê bi dagirkeriya Tirkiyê re di êrişên li dijî herêmên gerîlayan de Caziye Horan ev yek anî ziman: "PDK’ê welat bi erzanî li beramberî hindek pereyan firot û ew di xwînrijdanina zarokên me de tevkar in, cihê wan di nava me de tune ye. Mixabin PDK’ê bi erkên xwe li hember doza Kurd ranabe. Di heman demê de jî cenazeyên şehîdan radestî malbatên wan nake, wê piranî herêmên Başûrê Kurdistanê firot tirkan. Kurdistan êdî bûye Tirkistan."

(fr)

ANHA