Partiyên kurdî: Li hember xiyanet û dagirkeriyê divê helwesteke yekbûyî were nîşandan

Partiyên siyasî yê kurdî diyar kir ku hêzên kurdî yên êrişî gerîlayan dikin dê navên wan di rûpelên reş ên dîrokî de werin nivisandin û got, li hemberî xiyanet û êrişên dagirkeriyê divê helwesteke yekbûyî were nîşandan.

Partiyên kurdî: Li hember xiyanet û dagirkeriyê divê helwesteke yekbûyî were nîşandan
2 mijdar, 2021   06:42
QAMIŞLO-SOLÎN EHMÊ

Ji Nîsana borî ve dewleta Tirk êrişên dagirkerî û qirkirinê li dijî herêmên Başûr û Kurdistanê pêk tîne û di van êrişan de çekên qedexekirî û yên kîmyewî bi kar tîne. Gerîlayên azadiyê bersiva êrişan didin û derbên giran li dagirkeran didin.

Hêzên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) di van êrişan de eşkere destekê didin artêşa Tirk. Çekdarên PDK'ê di 28'ê Tebaxa borî de û di 25`ê Cotmehê de kemîn ji gerîlayên HPG'ê re danîn. Di kemîna yekemîn de 5 gerîla şehîd bûn, yek birîndar bû û hîna çarenûsa wî ne diyar e û gerîlayekî din piştî 16 rojan vegeriya nuqteyên xwe û detayên kemînê ji raya giştî re eşkere kirin.

ꞌDIVÊ EM XWE BI PIŞTGIRÎ Û DESTEKDAYÎNA DIJMIN NEXAPÎNINꞌ

Têkildarî mijarê Sekretêrê Giştî yê Partiya Komunîst a Kurdistanê Necmedîn Mele Omer îşaret bi sûcên dewleta Tirk ên li dijî gelê Rojhilata Navîn kir û wiha domand: "Faşîzma Tirk ji her tevgerên demokratîxwaz ên li Rojhilata Navîn  ên ku banga aştiyê dikin ditirse, ji lew ra gerîlayên li Herêmên Parastinê yê Medyayê hedef digire. Ji ber ku gerîla ji bo aştî û belavkirina fikirê demokratîk li Rojhilata Navîn tê dikoşe."

Necmedîn Mele Omer got, dewleta Tirk a dagirker ji beriya salan ve şerê Tevgera Azadiya Kurdistanê dike û tevgerê li ser rejîma xwe ya diktator xeter dibîne, lê gerîla aştîxwaz û demokratîxwaz in.

Mele Omer da zanîn ku bi saya têkoşîna gerîlayên li çiyayên Kurdistanê rejîma Tirk dê nikaribe Kurdan ji doz û şoreşa wan dûr bixe û wiha axaftina xwe dewam kir: "Tirkiye ji dîrokê ve bi hovîtî û faşîzma xwe tê naskirin, bêguman hîn jî li dijî gelan û pêkhateyên Rojhilata Navîn hovîtiya xwe dewam dike û hewl dide erêkirinê ji civata navneteweyî werbigire ku Rojhilata Navîn dagir bike û xelîfeta Osmanî vegerîne."

Mele Omer îşaret bi êrişên PDK`ê yê li dijî gerîla li Başûrê Kurdistanê kir û bi domdarî got, divê hêzên ku êrişî gerîla dikin, baş zanibe ku dê dîrok wan di rûpelên reş de binîvisîne.

Mele Omer di berdewama axaftina xwe de PDK`ê muxateb girt û got: "Çarenûs û dijminê me yek in, li ser vê divê em xwe bi destekdayîna dijmin nexapînin, ji ber ku dijmin bi hemû awayan hewl dide di navbera hêzên kurdan de fitneyan derxe, ji lew ra divê em ji hewldanên wiha hişyar bin."

Necmedîn Mele Omer îşaret bi rola mezin a ku dikeve ser milên partiyên siyasî yê kurdî yê li seranserî Kurdistanê kir, da parastina wê ji êrişên dagirkeriya Tirk bikin û wiha axaftina xwe dewam kir: "Li dijî dijmin divê em destek bin, ji ber ku dijminê hewldana dagirkirina herêmeke ji Kurdistanê dike û dijminê tevahiya hêz û partiyên kurdî ye."

Sekretêrê Giştî yê Partiya Komunîst Kurdistanê Necimdîn Mele Omer bang li hêzên PDK`ê kir "Êrişên li dijî gerîla rawestînin, ji ber ku dijminê îro êrişî gerîla dike dê sibe êrişî pêşmergeyan jî bike.

ꞌLI DIJÎ DEWLETA TIRK DIVÊ EM BIRYAREKE XURT BISTÎNINꞌ

Sekreterê Partiya Roj a Demokratîk a Kurd li Sûriyê Kovan Keno diyar kir ku dewleta Tirk hewl dide herêmên Kurdan dagir bike  da wan qir bike û bi van êrişan partî û hêzên kurdî dike hedef.

Keno got: "Qonaxa ku niha Kurdistanê tê re derbas dibe hestiyar û çarenûsî ye, ji lew ra divê li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî xaka Kurdistanê helwesteke xurt û yekbûyî were nîşandan û li eniyên şer piştgiriya hêzên kurdî were kirin."

Kovan Keno di dawiyê de got, "Berxwedana gerîla rêya xilasiya Kurdistanê ji hemû aloziyan e, ji ser vê yekê divê PDK`ê û partiyên siyasî yê kurdî li dijî êrişên dewleta Tirk yekitiya xwe ava bikin."

(eh)

ANHA