Şêniyên Tebqayê li dijî êrişên dewleta Tirk xwepêşandanek li dar xist

Şêniyên Tebqayê bi xwepêşandanekê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Başûrê Kurdistanê şermezar kirin û gotin, dê li hemberî dagirkeriyê xeta berxwedanê berdewam bikin.

Şêniyên Tebqayê li dijî êrişên dewleta Tirk xwepêşandanek li dar xist
Şêniyên Tebqayê li dijî êrişên dewleta Tirk xwepêşandanek li dar xist
Şêniyên Tebqayê li dijî êrişên dewleta Tirk xwepêşandanek li dar xist
Şêniyên Tebqayê li dijî êrişên dewleta Tirk xwepêşandanek li dar xist
Şêniyên Tebqayê li dijî êrişên dewleta Tirk xwepêşandanek li dar xist
31 cotmeh, 2021   13:41
TEBQA

Xwepêşandan ji aliyê Kombûna Jinan a Zenûbiya ve bi beşdarbûna bi sedan kesî li taxa Duyemîn a bajêr li dar ket.  

Xwepêşandêran wêneyên şehîdan, wêneyên rêber Abdullah Ocalan û pankartên bi erebî, îngilîzî û fransî ku êrişên dewleta Tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Başûrê Kurdistanê şermezar dikin, hildan.

Berdevka Nivîsgeha Kombûna Jinan a Zenûbiya ya Tebqayê Neîma El-Eswed di çalakiyê de axivî û gefên dewleta Tirk şermezar kirin û got: "Em teslîmkarî û hebûna vê dagirkeriyê li ser axa xwe qebûl nakin. Destkeftiyên ku şehîdan bi xwîna xwe bi dest xistine, winda nabin. "

Hevserokê Meclisa Rêveber a Tebqayê Mezlûm Umer jî bang li civaka navneteweyî kir ku li hember azarên gelê herêmê bê deng nemînin.

Her wiha ji rêveberên Meclisa Malbatên Şehîdan a Tebqayê Mihemed El-Ereb diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker bi êrişên xwe hewl dide jiyana hevbeş têk bibe, her wiha ev binpêkirin têkçûna projeyên wê yên dagirkeriyê eşkere dike û bang li civaka navneteweyî kir ku li hemberî van sûcên dewleta Tirk a gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bê deng nemîne.

(dx)

ANHA