Di roja duyemîn de dosyaya avhewayê li ser maseya G20 e

Civîna Koma G20 di roja 2`emîn de li paytexta Îtalyayê Roma dewam dike. Serokên welatên beşdar hewl didin nakokiyên xwe derbas bikin da ku li hemberî derketina gazên dibin sedema germahiya gerstêrka erdê, bisekinin. Ev yek beriya civîna NY`yî ya têkildarî guhertina avhewayê tê lidarxistin.

Di roja duyemîn de dosyaya avhewayê li ser maseya G20 e
31 cotmeh, 2021   11:14
NAVENDA NÛÇEYAN

Di roja yekemîn a civîna Romayê de bi awayekî sereke mijarên tenduristiyê û aboriyê hatin nîqaşkirin. Di danûstandinên îro de jî mijarên ekolojiya û avhewayê tên nîqaşkirin. Ji destpêka belavbûna Koronayê ve û heta niha ev civîna yekemîn a Koma G20 ku bi awayekî yekser tê lidarxistin.

Nêzî ji sedî 80 ji gaza Carbon ji welatên Koma G20 derdikeve, ji ber wê zanyar dibêjin ku divê ev rêje were kêmkirin da ku rê li karesata avhewayê were girtin.

Ji lewre, civînên Romayê wekî xaleke destpêkê ya girîng ji bo lidarxistina civîna NY ya têkildarî avhewayê tê hesibadnin, ku dê bi beşdariya 200 welatan li Glasgow were lidarxistin ku dê piraniya welatên Koma G20 jî ji Romayê berê xwe bidin wir.

(cx)