Li gundên Til Temirê Rûsya û hikumeta Şamê tetbîqatan pêk tînin

Di van kêliyan de hêzên hewayî û bejahî yên Rûsya û hikumeta Şamê li gundên navçeya Til Temirê tetbîqatên leşkerî pêk tînin.

Li gundên Til Temirê Rûsya û hikumeta Şamê tetbîqatan pêk tînin
31 cotmeh, 2021   09:50
HESEKÊ

Nûçegihanê me ji navçeya Til Temirê ya girêdayî kantona Hesekê ragihand ku beriya çend kêliyan hêzên Rûsyayê û hêzên hikumeta Şamê cara yekemîn dest bi tetbîqatên leşkerî yên hevbeş kir. Hêzên hewayî û bejahî beşdarî tetbîqatên li gundên navçeyê bûne.

Tevgera hêzên hikumeta Şamê û hêzên Rûsyayê yên li ser erdê, ji ber tetbîqatên li eniyên şer ên bi herêmên dagirkeriya Tirk re li navçeyê tên kirin.

Nûçegihanê me her wiha daxuyand ku balafirên şer ên Rûsyayê 3 caran li eniyên şer ên gundewarên rojavayê navçeyê li kêleka rêya M4 nepoxên termal avêtine, her wiha li erdên vala yên nêzî gundê Til El-Leben moşek avêtine.

(cx)

ANHA