Moşekên Katyûşa li nêzî balyozxaneya Amerîkayê ya li Bexdayê ketin

Çavkaniyeke ewlehiyê ragihand ku 3 moşekên Katyûşa li herêma El-Mensûr a nêzî balyozxaneya Amerîkayê ya li Bexdayê ketine û di encamê de tenê zirarên madî çêbûne.

Moşekên Katyûşa li nêzî balyozxaneya Amerîkayê ya li Bexdayê ketin
31 cotmeh, 2021   09:33
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî çavkaniyeke ewlehiyê ya Iraqê, 3 moşekên ji cureya Katyûşa li herêma El-Mensûr a li paytexta Iraqê Bexdayê ketin.

Çavkanî ji malpera El-Sumeriyê re eşkere kir ku di encamê de tenê zirarên madî pêk hatine.

AFP`ê jî ku agahiyên xwe spartin çavkaniyeke ewlehiyê, ragihand ku her sê moşek vê berbangê li nêzî Herêma Kesk a Bexdayê ketine.

(dm)