Danîş Botan: Hewcedariya qonaxê bi xurtkirina têkoşînê heye

Hunermend Danîş Botan diyar kir ku şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê piştgirî dan pêngava "Dem Dema Azadiyê ye" û got, divê têkoşîn were xurtkirin da ku pêngav bighêje armancên xwe.

Danîş Botan: Hewcedariya qonaxê bi xurtkirina têkoşînê heye
31 cotmeh, 2021   07:14
NAVENDA NÛÇEYAN-MEDYA HENAN

Ji bo bidawîkirina xeteriyan, ji bo afirandina jiyana azad û demokratîk, her wiha li dijî tecrîd, faşîzm û dagirkeriyê, KCK'ê di 12`ê Îlona 2020`an de KCK`ê li Kurdistanê û derveyî welêt pêngava "Dem dema azadiyê ye" ragihand.

Li gelemperiya Kurdistanê û derveyî welat bi çalakiyên cûda piştgirî bi pêngavê re hate dayîn.

Faşîzma Tirkiyê siyaseteke derqanûnî li dijî rêber Abdullah Ocalan di girtîgeha Îmraliyê de dimeşîne, rê nade malbat û parêzerên wî ku wî bibînin. Hevdîtina dawî ya bi rêber Abdullah Ocalan re 7`ê Tebaxa 2019`an bû û peywendiya dawî di 25'ê Adara 2020'î de ku bi telefonê bi bi birayê xwe Mehmed Ocalan re axivî, têkilî 5 deqeyan dewam kir, paşê hate qutkirin.

Hunermend Danîş Botan îşaret bi girîngiya pêngavê ya di qonaxa heyî de û rola ku dikeve ser milên hunermendan kir û wiha axaftina xwe dewam kir: "Elaqeyeke mezin ji pêngava ꞌDem dema azadiyê yeꞌ re hate nîşandan, hemû welatiyan cihê xwe tê de girt, lê divê em asta têkoşîna xwe hîn bilindtir bikin da ku em pêngavê bigihînin lûtkeya wê."

Hunermend ev li axaftina xwe zêde kir: "Li Kurdistanê nexasim li Herêmên Parastinê yê Medyayê şerekî dijwar tê meşandin,, li aliyekî din jî Erdogan her tim gefan li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dixwe, li ser vê yekê em dikarin bi rêya vê pêngavê parastina destkeftiyên xwe bikin, parastina xwe xurtir bikin û parastina mafên xwe yê rewa jî bikin."

Danîş Botan bal kişand ser berxwedana gerîlayên azadiya ya li hemberî êrişên dagirkirinê yên dewleta Tirk û wiha domand: "Li Herêmên Parastinê yê Medyayê gerîla li dijî dagirkeriya Tirk berxwedaneke mezin û lehengane nîşan dide, lê mixabin helwestên cîhanê yê bi armanca parastina fikir û mafên gelê Kurdistanê lawaz in, nexasim helwestên dewletên zilhêz ku di siysetên li dijî gelê Kurd de hevkar in."

Danîş Botan piştgiriya xwe ji berxwedana gerîlayan re nîşan da û got: "Lê dîsa jî ev yek têrê nake, ji ber ku armanca me azadkirina rêber Ocalan e, ji lew re divê em têkoşîna xwe bigihînin lûtkeyê, ji ber ku rewş çi û çawa dibe bila bibe, tu tişt wekî azadiyê giranbiha tune ye."

Hunermend Danîş Botan îşaret bi rola ku di dema vê pêngavê de dikeve ser milên hunermendan kir û wiha gotina xwe bi dawî kir: "Ji bo avakirina welatekî demokratîk, azad û wekhev, berpirsyariyeke mezin dikeve ser milên her kesî, divê hemû hunermend yekitiya xwe ava bikin da ku armancên pêngavê pêk werin."

(eh)

ANHA