Kîmyebarana dewleta Tirk û xiyaneta PDK`ê berxwedana gerîlayan lawaz nake

Dewleta Tirk a dagirker bi bikaranîna çekên kîmyewî li dijî HPG'ê li Başûrê Kurdistanê qanûnên navneteweyî binpê dike. Her wiha hevkariya PDK`ê ya bi dagirkeriya Tirk re berdewam dike.

Kîmyebarana dewleta Tirk û xiyaneta PDK`ê berxwedana gerîlayan lawaz nake
31 cotmeh, 2021   07:59
MINBIC

Dewleta Tirk a dagirker hîna jî sûcên xwe yên li dijî gelên herêmê didomîne. Hin caran Herêmên Parastinê yên Medyayê bi çekên kîmyewî bombebaran dike, caran jî bi balafirên bêmirov li Bakur û Rojhilat Sûriyê erebeyên sivîlan bombebaran dike.

Li gorî daneyên ku Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê, dewleta Tirk a dagirker 323 caran çekên kîmyewî û gazên jehrî li dijî xendek û tunelên leşkerî yên gerîlayan bi kar aniye.

Hevserokê Navenda Çand û Hunerê ya Minbicê Umer Mehmûd got, dewleta Tirk a dagirker li pêşberî çavên civatên navneteweyî li dijî gerîla çekên kîmyewî bi kar tîne. Lê tişta her xerab ew e ku hêzên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) hevkariya dagirkeriya Tirk dike û nuqteyên gerîla deşîfre dike û agahiyan dide balafirên Tirkiyê.

/ar/uploads/files/2021/10/31/054720_amr-mhmwd.webp

Umer Mehmûd bang li PDK'ê kir ku daxwazên xwepêşandêrên li nêzî deriyê Sêmalka pêk bîne û cenazeyên her du şehîdên ku bi destê çekdarên PDK'ê şehîd bûne, radestî malbatên wan bike. Her wiha destnîşan kir ku divê PDK`ê rewşa xwe di ber çavan re derbas bike û vegere partiyeke kurdewarî, ne alaveke di destê Tirkiyê de.

`DIVÊ EM PIŞTA XWE NEDIN KESÎ, JI BER KU HEMÛ DEWLET DIXWAZIN ME TÊK BIBIN`

Kurd ne tenê li çiyayên Kurdistanê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve tên hedefgirtin û bombebarankirin, lê li her cihê ku Kurd lê hene dewleta dagirker çi bi balafirên şer, çi bi balafirên bêmirov, çi jî bi rêya ajanan wan hedef digire.     

Endama Navenda Çand û Hunerê ya Minbicê û berpirsa perwerdeya govendên gelêrî, Elîsar Berkel wiha got: "Armanca sereke ya dewleta Tirk a dagirker koçberkirin û sirgûnkirina Kurdan e, ji ber vê yekê Kurdan li her derê hedef digire. Her dawî jî li Kobanê erebeyên sivîlan hedef girtin."

/ar/uploads/files/2021/10/31/054653_alysar-brkl.webp

Elîsar Berkel bang li Kurdên ku hevkariya dewleta Tirk a dagirker dikin kir ku destê xwe ji rijandina xwîna Kurdan bikişînin û wiha domand:"Divê em pişta xwe nedin tu kesî, ji ber ku hemû dewlet û hêzên biyanî têkbirina Kurdan dixwazin."

 (dx)

ANHA