Li Tebqayê qedexeya giştî hate ragihandin

Rêveberiya Sivîl a Herêma Tebqa bi armanca pêşîlêgirtina belavbûna vîrusa Koronayê 10 rojan qedexeya derketina derve ya giştî ragihand. Qedexe roja Sêşema bê dest pê dike.

Li Tebqayê qedexeya giştî hate ragihandin
30 cotmeh, 2021   21:36
TEBQA

Rêveberiya Sivîl a Herêma Teqbayê li ser malpera xwe ya fermî biryar da. Di biryayê de ev yek hat gotin: "Ji ber ku vîrusa Korona belav bûye û di pêla çarem de hejmara pêketî û miriyan zêde bûye, her wiha li gorî pêşniyara Komîteya Tenduristiyê ya Tebqa ev biryar hate dayîn. Ji ber hejmara pêketiyan û miriyan rojane zêde dibe, di heman demê de ev qonax xeteriyê li ser tenduristiya welatiyan çêdike û li gorî berjewendiyên giştî ku divê tedbîran pêwîst werin girtin û bi sedema belavbûna lez û xeter a vê vîrusê, hevserokatiya Meclisa Rêveber a Herêma Tebqayê ev biryar dan;

-Li tevahiya herêmên Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Tebqa û gundewarên wê heta deh rojan qedexeya derketina derve ya giştî dikeve pratîkê. Qedexeya derketinê roja sêşemê 02-11-2021 û heta roja pêncşemê 11-11-2021`ê ye.

-Tevahiya kombûn ji şahî, konên sersaxiyan, civîn, penal û mizgeft qedexe ne.

-Tevahiya dibistan, peymangeh û pêşdibistên li Tebqa û gundewarên wê ji roja sêşemê ve 02-11-2021`ê ve têne girtin.

-Qedexeyê tevahî nexweşxane, dermanxane, rêxistinên mirovî, rojnamevan, firin, benzînxane,  tevgera sehrîcên veguhestina sotemeniyan û erebeyan kel û pelan di nav xwe de nagire.

-Ji bilî saziyên ku pêwîstiya wan bi karê rojane heye, tevahî sazî û daîreyên Rêveberiya Sivîl a Herêma Tebqayê di dema qedexeyê de têne rawestandin, lê tenê yên ku kar û xebatên wan berdewam in ranawestin.

-Hemû saziyên çapemeniyê welatiyan hişyar dikin da ku parastina xwe bikin û dûrî kombûnan bikevin.

-Tevgera cotkar û karkeran tê hêsankirin û li gorî tedbîrên tenduristî û dûrketina ji kombûnan tev bigerin.

-Divê hemû  welatî li gorî tedbîrên qedexeyê tev bigerin, dûrî hev bikevin, maskan bi kar bînin û beriya dema pêkanîna vê biryarê hemû pêwîstiyên malê dabîn bikin.

-Tevgera erebeyan û veguhestina hundirîn ji servîs û teksiyan di dema qedexeyê de têne rawestandin. Kesên  li gorî biryarê tevnegerin wê werin cezakirin.

-Divê ev biryar pêk were û ji 2-11-2021`ê ve dikeve pratîkê."

(eh)

ANHA