​​​​​​​Panorama hefteyê: Rûsya li ser sînorên Sûriye-Tirkiyê êrişan zêde dike

Rûsya êrişên asîmanî li ser bakurê rojavayê Sûriyê ku çeteyên Tirkiyê li wir in, zêde kirin. Di heman demê de Urdunê ji bo normalîzekirina têkiliyan bi Şamê re di nava tevgerê de ye. Li aliyekî din aliyên navneteweyî û herêmî jî hewl didin navbeynkariyê bikin da ku Sûdanê ji vê aloziyê derxin.

​​​​​​​Panorama hefteyê: Rûsya li ser sînorên Sûriye-Tirkiyê êrişan zêde dike
31 cotmeh, 2021   05:16
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojanemyên erebî yên heftya borî behsa  êrişên Rûsya yên li Idlibê, xebatên Emanê yên jinûve normalîzekirina têkiliyan bi hikumeta Şamê re, rewşên Tunis, Lîbya û Sûdanê kirin.

RÛSYA LI SER SÎNORÊN SÛRIYE-TIRKIYÊ ÊRIŞAN ZÊDE DIKE

Rojnameya Şerq El-Ewsat têkildarî şerê li Idlibê wiha nivîsî: “Balafirên şer ên Rûsyayê êrişên xwe li bakur rojavayê Sûriyê ku çeteyên dewleta Tirk li nêzî sînorên Tirkiyê bicih bûne, zêde kirin. Hêzên hikumeta Şamê jî topbarana li dijî herêma bêçek dewam dike."

Çavkaniyekî taybet ji Şerq El-Ewsat re ragihand ku balafirên şer ên Rûsya 8 êrişên hewayî pêk anîn. Êriş li dijî baregeh û nuqteyên leşkerî yên girêdayî çeteyên Furqeya 23`an li herêma Selwa ya li nêzî sînorên Sûriye-Tirkiyê li bakurê Sûriyê pêk hatin. Di encamê de hin kes birîndar bûn. Balafirên şer ên Rûsyayê her wiha herêmên li nêzî kampên koçberan li herêma Qah a sînorî, hedef girtin. Hemwextî wê yekê tevgereke zêde ya balafirên keşfê yên Rûsyayê li asîmanê herêmê hebû.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) jî got ku balafirên şer ên Rûsya li derdorê gundê Meşon ê çiyayê Zawiyê yê başûr Idlibê 4 êrişên hewayî pêk anîn. Lê di encamên de tu kes birîndar nebû. SOHR`ê destnîşan kir ku balafirên Rûsya di çend rojên dawîn de li dijî kargeha Şekir a li nêzî bajarê Cisir Şixûr, derdorê gundê Kefîr, rojavayê Idlibê, derdorê gundê Bare û Kensefra, derdorê baregeha leşkerî ya Tirkiyê ya li herêma Bare, rêzeêrişên hewayî pêk anîn. Lê agahiyên li ser kuştî û birîndaran nehatin bidestxistin.”

‘EMAN… DERGEHA ŞAMÊ YA NORMALÎZEKIRINA TÊKILIYÊN BI WELATÊN EREBAN RE’

Rojnameya El-Ereb têkildarî rewşa Sûriyê wiha nivîsî: “Ji bo vegera Sûriyê li Yekitiya Ereban û bi wê re normalîzekirina têkiliyên bi Şamê re, Urdunê tevgerên xwe di aliyê herêmî û navneteweyî de zêde kirin. Şîrovekar destnîşan dikin ku gelek welatên Ereban hewl didin dîsa têkiliyên bi Beşar El-Esed re vegerînin.

Sekreterê giştî yê Yekitiya Ereban Ehmed Ebû El-Xêt got Cezaîr, Iraq û Urdin dixwazin ku Sûriye vegere nava Yekitiya Ereban.

Ebû El-Xêt piştrast kir ku ger di civîna bê ya Yekitiya Ereban de welatên Ereban li li ser proje-biryarê li hev bikin, dibe ku Sûriye li yekitiyê vegere. Her wiha desntîşan kirin ku gelek welat vê yekê dixwazin.

Tevgerên vê dawiyê di aliyê têkiliyên Urdin-Sûriyê de derketine, hewldanên Urdinê yên normalîzekirina têkiliyên welatên Ereban bi Şamê re nîşan didin ku Rûsya, DYA û heta hejmareke welatên Ereban jî vê yekê venaşêrin. Çavdêr jî dibînin ku normalîzekirina têkiliyên bi El-Esed re dê wekî gaveke destpêkê di asta welatên Ereban de be, piştre li gorî guhertinên herêmî û stratejîk dê bikeve asta navneteweyî ku dibe welatên mezin û welatên Ereban di dawiyê de helwesta xwe biguherînin.

Di 12`ê Cotmeha 2011`an de Yekitiya Ereban endamtiya Sûriyê rawestand û banga vekişandina balyozên Ereb ji Şamê kir.

Di salên dawîn de gelek welatan wekî Îmarat, Behreyn û Urdinê têkiliyên xwe yên dîplomatîk bi Şamê re vegerandin. Her wiha hin welatên Ewropayê jî mîna Yewnanistan, Îtalya, Spanya, Romanya û Çekyayê niyeta xwe ya ji nû ve vekirina balyozxaneyên xwe yên li Şamê tînin ziman.”

NEXŞERÊYA TÛNISÊ WÊ DEMEKE NÊZ WERE RAGIHANDIN

Derbarê kar û barên Tûnisê de jî, rojnameya El-Nehar wiha nivîsî: “Piştî zêdetirî 3 mehan ji tedbîrên awarte yên di 25`ê Tîrmeha borî de hatine girtin, serokê Tûnisê Qeys Seîd ber bi ragihandina nexşerêyekê ji bo qonaxa pêş ve diçe.

Wezîrê Karên Derve yê Tûnisê Osman El-Cerendî duh got Seîd dê di demeke nêz de nexşerêya qonaxa pêş ragihîne.

El-Cerendî wiha dewam kir: “Gelek şêwir hene ku Seîd bi armanca diyarkirina qonaxa bê, pêk tîne.”

Têkildarî lîsteya Parlamantoya Ewropayê derxistiye jî, El-Cerendî got: “Em ê nîqaş bikin, lê me dît ku gelek aliyên di lîsteyê de li Tûnisê pêk nayên, bi taybet di mijara mafên jinan û mafên din de.”

‘HEJMARA KESÊN XEYALA SEROKATIYA LÎBYAYÊ DIKIN, ZÊDE DIBE’

Rojnameya Şerq El-Ewsat jî têkildarî rewşa Lîbyayê wiha nivîsî: “Hilbijartinên Lîbyayê nêz dibin, lê hîna jî aliyên di xebatên siyasî de aktif, girêdayî helwestên xwe yên dijberî qanûna lidarxistina hilbijartinan in ku tê payîn di 24’ê Kanûna bê de werin lidarxistin.

Di du rojên dawîn de hejmara namzetan ji bo hilbijartinên serokatiyê û parlamantoyê zêde bû. Her wiha hewldanên serokê Komîseriya Bilind a Hilbijartinan Dr. Îmad Saih zêde bûn.”

LI SÛDANÊ BANGEWAZIYÊN LIDARXISTINA XWEPÊŞENDANAN

Girêdayî karûbarên Sûdanê rojnameya El-Beyan wiha nivisî: “Hemwextî bangewaziyên boyokotkirinê di warên taybet û giştî de gelek beşên Sûdanê îro amadekarî dikin ku li hemû bajarên Sûdanê dakevin qadan. Aliyên navneteweyî û herêmî jî hewl didin navbeynkariyê bikin da ku Sûdanê ji vê aloziyê derxin.

Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) jî bang li hêzên ewlehiyê yên Sûdanê kir ku tundî û şidetê li dijî xwepêşendaran bi kar neyinin û wezareta wê ya derve got: “Piştî ku serokwezîrê Sûdanê Ebdullah Hemdok serbest hat berdan em hinekî rihet bûn.”