Pîrdogan Kemal: Dewleta Tirk ji Hezîranê ve gazên kîmyewî yên qedexekirî bi kar tîne

Rojnamevan Pîrdogan Kemal têkildarî êrişên dewleta Tirk a dagirker ku 6 meh e dewam dikin, got dewleta Tirk ji meha Hezîranê ve gazên kîmyewî yên qedexekirî bi kar tîne.

Pîrdogan Kemal: Dewleta Tirk ji Hezîranê ve gazên kîmyewî yên qedexekirî bi kar tîne
31 cotmeh, 2021   04:11
NAVENDA NÛÇEYAN – ZANA DENIZ

Rojnamevan Pîrdogan Kemal ku êrişêndewleta Tirk a dagirker ên li dijî Başûrê  Kurdistanê ji nêz ve dişopîne,  6 meh in ji êrişa dagirkeriyêû  êrişên bi gaza kîmyewî ji ajansa me re nirxand. 

Pîrdogan Kemal da xuyakirin ku dewleta Tirk piştî têkçûna xwe ya li Garê,  li Zê, Avaşîn û Metînayê dest bi operasyonên berfireh kiriye û got: "Biryara hemû êrişan bi Garê dest pê ki û Plana Têkbirinê ya sala 2015'an eşkere bû. Piştî ku êrişan Tîrmeha 2015'an dest pê kir, sala 2018'an êrişeke bi vî rengî ya dagirkeriyê li  Xakûrkê kirin. Li dijî Heftanînê jî bi heman awayî êriş kirin. Di van her du operasyonan de jî gerîla bi taktîkeke nû ya profesyonel bersiv da dagirkeran. Êrişa duyemîn jî sala 2020'an piştî ku ev operasyon bi ser neketin, pêk hat. Li wê derê yekser bersiv ji gerîla girtin û neçar man vekişin."

'BI ÊRIŞA GARÊ RE OPERASYONÊ DEST PÊ KIR'

Kemal berxwedana gerîla ya li hember mêtingeriyê ya li Garê bi bîr xist û wiha axivî: "Ji ber ku dewleta Tirk a mêtinger ji sala 2015'an ve bi şerê xwe yê taybet li dijî gerîla tiştek bi dest nexist, di Sibata 2021'an de desteka hêzên navneteweyî ji bo êrişa li ser Garê girt.  Li vê herêmê dest bi operasyonên berfireh kir. Dewleta Tirk yekem car bi kîlometreyan dûrî sînorê xwe êriş kir û hewl da encamê jê bigire. Lê belê vê operasyonê derb ji berxwedan û serdestiya taktîk a gerîla xwar. Ji ber ku ev operasyon bi ser neket, ji bo desteka alîgirên xwe û desteka hêzên navneteweyî biparêze, dest bi lêgerineke nû kir. Di vê çarçoveyê de civîn pêk anîn. 23'yê Nîsanê bi fermana Erdogan piştî hevdîtina herî dawî ya bi serokê DYA'yê re êrişa dagirkeriyê yali ser Metîna û Avaşînê dest pê kiri. Heta niha jî ev êrişa dagirkeriyê wekî ku dewleta Tirk dixwaze, pê de naçe.”

Pîrdogan Kemal got: "Dewleta Tirk ji destpêkê ve bi hêza teknîk dixwest li ser gerîla serdestiyê bi dest bixe. Lê ev pêk nehat. Gerîla li gel berxwedana Garê mînakên şerê di tunelên şer de derdixistin holê. Vê yekê nîşanî her kesî da ku di nava 6 mehên şer de berxwedana li dijî teknîka bilind çawa li Herêmên Parastinê yên Medyayê pêk hat.     Taktîkên gerîla û berxwedanê hev temam kir. Li Mamreşo, Zendûra, Werxelê, Girê Sor û Girê T dagirkeran xwesteka xwe pêk neanî.”          

‘ŞER DI NAVBERA HÊZÊN WEKHEV DE PÊK NAYÊ'

Rojnamevan Pîrdogan Kemal diyar kir ku şer ne şerê du hêzên wekhev e û dewleta Tirk bi desteka NATO'yê ya çekên teknolojîk êrişî gerîla dike û got: "Li dijî êrişa dagirkeriyê berxwedaneke bi rêbaza gerîla derket holê. Hêzên ku li ser şer serdest in, ew hêz in ku qadê nas dikin. Ev jî dike ku gerîla serdest be. Leşkerên Tirk ji ber ku nizanin li ku û çawa li gerîla bixin, gelekî ditirsin.  Herî dawî di çapemeniyê de hatibû ragihandin ku ev leşker întihar dikin an jî firar dikin. 6 meh e nikarin ji çend deverên ku lê bi cih bûne, derkevin.”

Kemal wiha pê de çû: "Dewleta Tirk çekên kîmyewî bi kar tîne û li vê herêmê êrişên hewayî pêk tîne. Li aliyê din bang li gerîla dikin ku teslîm bibe. Lê gerîla di nava berxwedaneke bêeman de ye. Tevî ku dagirker di dema şerê li Girê Kartal de nêzî tunelên şer bûn jî, gerîla bersiv da û vegerandin. Di vê çarçoveyê de moral û motîvasyona gerîla ya li qadê avantaj e."

'DIXWAZIN GERÎLA TESFIYE BIKIN'

Pîrdogan Kemal diyar kir ku armanca dewleta Tirk a dagirker ew e ku gerîla û gelê Kurd tesfiye bike û destnîşan kir ku dewleta Tirk li dijî sivîlan jî qetlîaman pêk tîne û got: "Ev konsepta êrişê ne tenê li dijî gerîla tê meşandin. Êrişan li Mexmûr, Şengal û Rojava li dijî sivîlanpêk tîne. Ji ber ku li hember gerîla nekarî bi ser bikeve, hemû gelê Kurd dike hedef û êriş dike."  

Kemal bal kişand ser xeta xiyanetê ya hêzên PDK'ê jî û wiha rave kir: “PDK'ê destpêkê bi provokasyona 5'ê Hezîranê aliyê ve nişan da. PDK'ê beriya niha agahiyên îstîxbaratî dabûn lê tev li şer nebûbû. Dewleta Tirk a dagirker dema ku bi rêya bejahî nekarî li dijî gerîla bi pêş ve biçe, ev peywir da PDK'ê.  Piştî vê biryarê li Metînayê provokasyona yekemîn pêk anîn. Tevgera azadiyê gelek caran bang kir ku ev provokasyon eşkere bibin. Lê dîsa jî PDK'ê ev peywira ku dewleta Tirk daye, pêk anî."  

'PDK BI AWAYEKÎ ÇALAK DESTEKÊ DIDE DAGIRKERAN'

Pîrdogan Kemal got PDK bê navber provokasyonan didomîne û têkildarî kemîna PDK'ê ya li Xelîfanê ya li dijî gerîla wiha axivî: "PDK'ê ji bo nixumandina êrişa xwe ya li dijî gerîla, got ev îdia ne rast in. Lê piştî ku gerîlayê bi navê Hakî xwe gihand hevalên xwe, rûyê qirêjî yê PDK'ê careke din raxist pêş çavan. PDK dibêje qey dê bi bêdengiya xwe gelê Kurd bixapîne. PDK bi vê helwesta xwe li dijî civak û gelê xwe sûc dike. Ya ku PDK dike, bêexlaqî û bêrûmetiyeke mezin e. Gel vê rastiyê dibîne û dê ji PDK’ê re nehêle."

Kemal îşaret bi bikaranîna gazên kîmyewî li dijî gerîla kir û got: "Bi gazên ku di serî de dihatin bikaranîn, gelek kêm şehîd çêbûn û gerîla xwedî agahî û taybetmendiyê gazan bû. Gazên ku di demên dawîn de hatin bikaranîn, ji yên ewil gelekî cudatir in.  Gerîlayan diyar kir ku li Girê Sor û Werxelê gazên hatine bikaranîn, li herêmê bandora erdhejê çêkiriye. Piştî van bombeyan, li vê herêmê windahiyên gerîla çêbûn. HPG di bîlançoya xwe ya şer de vê yekê radigihîne. Dewleta Tirk ne tenê îro, berê jî ev gazên kîmyewî bi kar anîn. Hêzên navneteweyî li gorî berjewendiyên xwe bê deng dimînin. Destwerdana li Iraqê bi hinceta çekên kîmyewî hate kirin. Divê ev welat ji bo sûcên şer ên derveyî mirovahiyê yên dewleta Tirk ên îro ji aliyê dewleta Tirk ve tên kirin, rê li ber darizandina dewleta Tirk vekin. Gerîla jixwe li hemberî van hemû êrişan li ber xwe dide. Duh li ber xwe da û dê îro û sibe jî li ber xwe bide."   

'DIVÊ GEL BÊHTIR XWEDÎ LI BERXWEDANÊ DERKEVE'

Pîrdogan Kemal diyar kir ku gerîla bi rengekî biheybet li ber xwe da û destnîşan kir ku ev têrê nake, divê berxwedana gel esas be û li dijî dijmin têkoşîneke yekbûyî hebe û wiha lê zêde kir: "Gerîla pêşengiyê ji vê berxwedana li dijî mêtingeran re dike. Gelê Kurd baş dizane ku çareserî û rizgariya li dijî êrişên dagirker û qirker bi berxwedanê dibe. Her kes bi qasî ku ji dest tê, dikare tev li vê berxwedanê bibe. Berxwedan bi awayekî tenê nabe. Bi rê û rêbazên cuda dibe. Her wiha bangewaziyek ji bo tevgera azadiyê jî çêbûye. Divê gelê Kurd û dostên wan rê û rêbazan bi pêş bixin ku li dijî êrişên namerdî yên dewleta Tirk a faşîst bikarin li kêleka gerîla tê bikoşin. Gelê Kurd ji ber ku di her serdemê de berpirsyariya xwe bi cih tîne, dê berpirsyariya xwe ya li hember êrişên dagirker û xayinan jî bi cih bîne."

ANHA