​​​​​​​Şêniyên Kobanê: Em ê li kêleka şevanên xwe bin û bi hev re bi wate bijîn

Piştî ku gelên herêmê sînaryoyên dagirkirin, guhartina demografîk, koçberkirina şêniyên resen bi darê zorê û siyaseta tirkkirinê ya dagirkeriya Tirk li herêmên dagirkirî dîtin, êdî armanca wan ya sereke parastina herêm û hebûna xwe ye.

​​​​​​​Şêniyên Kobanê: Em ê li kêleka şevanên xwe bin û bi hev re bi wate bijîn
31 cotmeh, 2021   03:06
KOBANÊ- ÇEKDAR EBAS

Nêzî du hefte berê dewleta Tirk a dagirker careke din bi êrişên xwe gef li Bakur û Rojhilatê Sûriyê xwar ku ew ê herêmên nû dagir bike, piştre niştecihên resen koçber bike û demografiya herêmê biguhere, her wiha siyaseta tirkkirinê pêk bîne û çeteyan li wan herêman bi cih bike.

Li hemberî van xetereyên hebûnê, mijara parastina hebûna gelên herêmê derdikeve pêş. Tecrûbeyên şoreşên cîhanê piştrast dikin ku li hemberî hêza dagirker a qirkirin û tunekirinê, îradeya gel bi ser dikeve.

`GEL LI KÊLEKA ŞERVANÊN XWE YE`

Şêniyê bi navê Mihemed Xelîl yê ji Kobanê ku bi Hemê Reş tê naskirin, wiha got: "Em ji dewleta Tirk û çekên wê natirsin, eger êriş bikin, em ê xwe biparêzin. Divê gelê Kurd xwedî li doza xwe, axa xwe û şehîdên xwe derkeve."

Mihemed Xelîl destnîşan kir ku eger dagirkeriya Tirk êrişî gelê herêmê bike gel dê bêdeng nemîne, her wiha destnîşan kir ku yên ku dikarin şer bikin dê şer bikin û yên ku nikaribin jî dê xebatê cuda bikin.

Mihemed Xelîl piştrast kir ku ger gel li kêleka şervanan bisekinin, dê morala wan bilind bibe û bi cesaret şer bikin û wiha domand: "Ji ber ku di sala 2014’an de dema ku me li Kobanê li dijî çeteyên DAIŞ’ê şer dikir, min bang li gel dikir ku moralên me bilind bikin. Ger wê demê gel li kêleka şervanan bûya, dijmin dê nekarîba bi pêş de bihata.

Mihemed Xelîl bang li gel kir ku dest ji welatê xwe bernedin, her wiha bang li Kurdistaniyên li Ewropayê kir ku vegerin malên xwe, ji ber ku axa herêmê bi saya xwîna şehîdan hat rizgarkirin.

' ŞERÊ HEBÛNÊ '

Welatiyê bi navê Ehmed Mamed jî wiha got: "Em ê li kêleka şervanên xwe bin mil bi mil şer bikin."

Ehmed Mamed piştrast kir ku moralê gelê me bilind e û piraniya wan bi rêxistinkirî ne, ya rast ew e ku bêyî şervanan em nikarin li ber xwe bidin. Eger em bi hev re bibin yek, dijmin wê nikaribe gavekê pêşde were û herêmê dagir bike."

Ehmed Mamed di dawiya axaftina xwe de got: "Divê welatparêz piştgiriyê bidin zarokên xwe, ji ber ku ev şer şerê hebûnê ye. Divê gel li goristana şehîdan binêrin û ji xwe bipirsin ka dê çawa dest ji van şehîdên ku jiyana xwe ji bo me û ji bo vî welatî dane, berdin."

'AN EM Ê BI HEV RE BIMIRIN AN JÎ EM Ê BI HEV RE BIJÎN'

Di vê çarçoveyê de welatiyê bi navê Xidir Daban wiha got: "Divê gelê me ji bo parastina axa xwe hemû tiştên pêwîst bike. Dema şervan bibînin ku gel li pişta wan e, wê berxwedana xwe xurtir bikin û di şer de bi ser bikevin."

Xidir Daban wiha domand: "An em ê bi hev re bimirin an jî em ê bi hev re bijî, lê em dest ji ax û şervanên xwe bernadin."

Xidir Daban di dawiya axaftina xwe de got: "Divê her kes li ser axa xwe li ber xwe bide û parastina axa xwe bike û dest jê bernede. Eger tu nebî xwedî ax û welat tu qîmeta te tune ye."

(dx)

ANHA