​​​​​​​Lêkolînerekî ermenî: Gefên Tirkiyê berdewama siyaseta qirkirinê ye

Lêkolînerê Kar û Barên Ermenistanê Ara Aşciyan got, gefxwarinên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê nîşaneya berdewama siyaseta qirkirinê ye ku dewleta Osmanî û Tirkiye ya li dijî Kurd, Ermen, Suryan û Ereban pêk anîne. Her wiha got, dewleta Tirk gefan li ewlehî û aştiya cîhanê dixwe.

​​​​​​​Lêkolînerekî ermenî: Gefên Tirkiyê berdewama siyaseta qirkirinê ye
31 cotmeh, 2021   00:36
QAHÎRA-EMANÎ EZAM

Yek ji lîkolînerên Kar û Barên Ermenistanê ji Yêrîvanê Ara Aşciyan têkildarî gefên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji ANHA'yê re axivî. Ara Aşciyan gefên dewleta Tirk ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û destwerdanên wê yên li kar û barên welatên din bi tundî şermezar kir.

Ara Aşciyan diyar kir ku dewleta Tirk bi van gefan xeteriyê li ser ewlehî û aştiya herêmê û cîhanê çêdike û wiha dewam kir: "Ji ber ku li dewletên herêmê timayên xwe pêk tîne û piştgiriya rêxistinên terorîst dike."

Aşciyan wiha axaftina xwe dewam kir: "Ev gef nîşaneya berdewamkirina siyaseta qirkirinê ye  ku dewleta Osmanî û Tirkiyê li dijî Ermen, Kurd, Suryan, Yewnanî, Ereb û gelê din ên herêmê pêk anine."

Lêkolînerê Kar û Barên Ermeniyan Ara Aşciyan bang li civata navneteweyî û hêzên aştîxwaz û ewlehîxwaz ên cîhanê kir ku li dijî dewleta Tirk û siyaseta wê ya dijminane bisekine.

(eh)

ANHA