​​​​​​​ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 31-10-2021

​​​​​​​ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 31-10-2021
31 cotmeh, 2021   00:00

- Piştî ku gelên herêmê senaryoyên dagirkirin, guhartina demografîk, koçberkirina şêniyên resen bi darê zorê û siyaseta tirkkirinê ya dagirkeriya Tirk li herêmên dagirkirî dîtin, êdî armanca wan ya sereke parastina herêm û hebûna xwe ye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Şêniyên bajarê Hesekê şehîdên di mehên Îlon û Cotmehê de şehîd bûne, li hola Siloko ya li Hesekê di saet 12:00`an de bi bîr tînin. (Bi wêne û Dîmen)

- Şêniyên Minbicê diyar kir ku dewleta Tirk bi êrişên li ser Kobanê  hewl dide nasnameya wê ya berxwedanê têk bibe. Li aliyekî din jî şêniyên Sirînê bang li hikumeta Şamê kir ku li hemberî êrişên dewleta Tirk bi erka xwe rabe. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Dewleta Tirk a dagirker bi bikaranîna çekên kîmyewî li dijî HPG'ê li Başûrê Kurdistanê qanûnên navneteweyî bin pê dike. Her wiha hevkariya PDK`ê ya bi dagirkeriya Tirk re berdewam dike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Tevgera Ciwanên Şoreşger û xwendekar li dijî bomebebarana dewleta Tirk a dagirekr a li Kobanê  meşekê li dar dixin, saet 13:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Xwepêşandanên li deriyê Sêmalka yên bi armanca şeremzarkiriya siyasetên PDK'ê di roja 27'an de berdewam dike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Zanîngeha Rojava şahiya derçûna xwendekaran ji zanîngehê li stada Klasîko ya rojavayê bajarê Qamişlo li dar dixe. (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

- Hunermend Danîş Botan diyar kir ku şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê piştgirî dan pêngava "Dem Dema Azadiyê ye" û got, divê asta têkoşîn were xurtkirin da ku pêngav bighêje armancên xwe. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Lêkolînerê Kar û Barên Ermenistanê Ara Aşciyan got, gefxwarinên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê nîşaneya berdewama siyaseta qirkirinê ye ku dewleta Osmanî û Tirkiye ya li dijî Kurd, Ermen, Suryan û Ereban pêk anîne. Her wiha got, dewleta Tirk gefan li ewlehî û aştiya cîhanê dixwe.

- Rojnamevan Pîrdogan Kemal têkildarî êrişên dewleta Tirk a dagirker ku 6 meh e dewam dikin, got dewleta Tirk ji meha Hezîranê ve gazên kîmyewî yên qedexekirî bi kar tîne.

DOSYA

- Şerê dîrokî yê li Kobanê ji tevahî mirovahiyê re serkeftinek bû û bû sembola enternasyonalîst a berxwedana li dijî hovîtiya çeteyên DAIŞ`ê yên ku bi piştevaniya hêzên herêmê di serî de dewleta Tirk ku hewl dida di bin perdeya îslamê de dewletan dagir bike û xîlafeta Osmanî vejîne bi bin ketin.

CÎHAN

- Rûsya êrişên asîmanî li ser bakurê rojavayê Sûriyê ku çeteyên Tirkiyê li wir in, zêde kirin. Di heman demê de Urdunê ji bo normalîzekirina têkiliyan bi Şamê re di nava tevgerê de ye. Li aliyekî din aliyên navneteweyî û herêmî jî hewl didin navbeynkariyê bikin da ku Sûdanê ji vê aloziyê derxin.

ÇAND Û HUNER

- Gerînendeyê mûzeya şûnwarî ya Reqayê Mihemed Ezo da zanîn ku ji 2012 heya 2017'an nêzî 7 hezar parçeyên şûnwarî hatin dizîn û bang li şêniyan kir ku nirxa mîrasa şaristaniyê nas bikin û parastina wê bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA