Desteya Jinan rêziknameya Navenda Parastina Jinên Ku Rastî Tundiyê Tên  erê kir

Desteya Jinan a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di civîna xwe ya mehane de rêziknameya Navenada Parastina Jinên Ku Rastî TundiyêTên erê kir.

Desteya Jinan rêziknameya Navenda Parastina Jinên Ku Rastî Tundiyê Tên  erê kir
Desteya Jinan rêziknameya Navenda Parastina Jinên Ku Rastî Tundiyê Tên  erê kir
Desteya Jinan rêziknameya Navenda Parastina Jinên Ku Rastî Tundiyê Tên  erê kir
Desteya Jinan rêziknameya Navenda Parastina Jinên Ku Rastî Tundiyê Tên  erê kir
Desteya Jinan rêziknameya Navenda Parastina Jinên Ku Rastî Tundiyê Tên  erê kir
30 cotmeh, 2021   16:24
REQA

Koordînasyonên Jinan civîna xwe ya mehane li navenda Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya li Reqayê li dar xist. Ji bilî nûnerên herêma Efrînê, nûnerên tevahî deste û komîteyên jinan ên 6 herêmên Rêveberiya Xweser di civînê de amade bûn.

Desteya Jinan rêziknameya Navenda Parastina Jinên Ku Rastî Tundiyê Tê a Tundî erê kir.

Ji bo parastina jinên ku di malbat û civakê de rastî tundiya bedenî, derûnî, tenduristî û cinsî tên wê navend were avakirin.

Di civînê de rewşa siyasî ya herêmê, serdanên Rêveberiya Xweser ên li derve, sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî şêniyên herêmê, bi taybet li dijî jinan hatin nirxandin.

Her wiha rewşa jin û rola wê, çawaniya xebat û koordînakirina di navbera deste û komîteyên şaxî yên li her herêmekê de hatin nîqaşkirin.

Piştre nîqaş derbarê rêzikanmeya Navenda Parastina Jinên Ku Rastî Tundiyê Tên  de çêbûn, rêzikname ji 12 madeyan pêk tê. Tevahî beşdaran rêzikname erê kir.

 (fr)

ANHA