Federasyona Gaziyan serdana çalakiya li deriyê Sêmalkayê kirin

Federasyona Gaziyan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê êrişên PDK'ê yên li dijî gerîla û hevkariya wê ya bi dewleta Tirk re şermezar kirin. Her wiha bang lê kir ku dev ji xeta xiyanetê berde.

Federasyona Gaziyan serdana çalakiya li deriyê Sêmalkayê kirin
30 cotmeh, 2021   14:31
QAMIŞLO

Çalakiya konvedanê ya li deriyê Sêmalkayê ya ji bo şeremzarkirina kiryarên PDK'ê û daxwaza radestkirina cenazeyên gerîlayên ku li herêma Xelîfanê di kemîna hêzên PDK'ê de şehîd bû bûne, ket roja xwe ya 26'an

Bi dehan endamên Federasyona Gaziyan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê serdana kon kirin, xiyaeta PDK'ê şermezar kirin.

Endamên Federasyona Gaziyanli qada deriyê Sêmalka kom bûn û bi diruşmeyên dilsoziya bi şehîdan re û şermezarkirina xiyaneta PDK'ê berê xwe dan deriyê Pêşxabûr.

/ar/uploads/files/2021/10/30/131213_2021-10-30-drk-roja-26-ya-kone-calekiye-e280ab283964979629e280ac-e280abe280ac.webp

Piştre hevseroka federasyonê Fatima Omer axivî û got: "Kombûna me li vir ji bo wergirtina cenazeyên şehîdên me ku heya niha berpirsên Başûrê Kurdistanê bangên me bê bersiv hiştine."

Fatima Omer diyar kir ku kiryarên ku PDK'ê dike dijminê gelê Kurd nake û wiha domand: "PDK'ê  bi dijminatiya xwe ya li Tevgera Rizgariya Kurdistanê, dijminhatiya gelê Kurd dike û xizmeta berjewendiyên dewleta Tirk dike. Di demekê de ku divê PDK'ê bi birayê xwe yê kurdan  gerîlayên ku parastina tevahî parçeyên Kurdistanê dike re be, derbeyekê li pişta gelê Kurd dixe."

Fatima Omer şehîdxistina gerîlayan bi destekê PDK'ê bi xiyanet û komployekê bi nav kir û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Endamên Federasyona Gaziyan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li hemberî çeteyên DAIŞ û dewleta Tirk a faşîst sekinîn dê piştgiriya malbatên şehîdan berdewam bikin heya ku cenazeyên şehîdan werbigirin û li goristanên şehîdan werin veşartin."

 (dx)

ANHA