​​​​​​​Şêniyên Hesekê bang kir: Qada asîmanî li ber balafiran bigirin

Şêniyên Hesekê bi meşekê gef û êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên w yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şeremzar kirin û xwestin ku qada asîmanî li ber balafiran were girtin.

​​​​​​​Şêniyên Hesekê bang kir: Qada asîmanî li ber balafiran bigirin
30 cotmeh, 2021   15:05
HESEKÊ

Nerazîbûnên li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê didomin.

Bi hezaran şêniyên bajarê Hesekê meşek li dar xistin, êrişên dewleta Tirk a dagirker şermezar kirin û bang kir ku qada asîmanî li ber balafiran were girtin.

Meş ji ber parka Rêber Abdullah Ocalan a li taxa Nasira dest pê kir. Di meşê de wêneyên şehîdan û pankartên "Qada asîmanî li ber êrişan tirkan bigirin" hatin hildan.

Meş li qada Azadî ya taxa Til Hecer rawestiya û ji bo şehîdên azadiyê deqeyeke rêz hate girtin.

Bi navê PYD'ê Hisên Berî axivî û berxwedana pêkhateyan herêmê li hemberî êrişan silav kir.

Berî anî ziman ku gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dê destkeftiyên xwe biparêzin, dev ji projeya xwe ya demokratîk bernadin û dê li hemberî her cûre êriş bisekinin û wiha domand: "Êrişên ku Erdogan û çeteyên wê dixwazin pêk bînin vîna gelê herêmê ya ku xwe dispêre fikir û felsfeya rêber Ocalan û berxwedana Mezlûm Dogan û girtiyên berxwedêr naşkîne."

Hisên Berî bang li aliyên Kurd ên ku bi dagirkeriya Tirk re disekinin kir ku hevkariya xwe ya bi dewleta Tirk re rawestîne û ji bo berjewendiyên gelê Kurd bixebitin.

Endama Koordînasyona Kongreya Star Şurkriya Mihemed jî got: "Gef û êrişên domdar ên li ser herêmê serkeftina Rêveberiya Xweser û projeya demokratîk a li Bakur û Rojhilatê Sûriyê îsbat dike. Lê ev êriş israra me ya ji bo berxwedanê û bidestxistina azadiyê lawaz nake."

Şurkriya Mihemed bal kişand ser bombebarana dewleta Tirk a li bajarê Kobanê û wiha axaftina xwe domand: "Armanc ji van êrişan lawazkirina hêza gel e. Lê em rê nadin ku beşek din ji Rojava were dagirkirin. Ji bo rizgarkirina Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî em ê tê bikoşin."

Di axaftinan de bang hate kirin ku qada asîmanî li ber êrişên tikran were girtin.

ANHA