Li Bakur û Rojhilate Sûriye 403 kesên din bi vîrusa Koronayê ketin

Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser ragihand ku 403 kesên din bi vîrusa Koronayê (Covid-19) ketine û 31 kesan jiyana xwe ji dest daye.

Li Bakur û Rojhilate Sûriye 403 kesên din bi vîrusa Koronayê ketin
30 cotmeh, 2021   13:48
 NAVENDA NÛÇEYAN

Desteya Tenduristiyê ragihand ku li Bakur û Rojhilate Sûriye 31 kesên din ji ber vîrusa Koronayê jiyana xwe ji dest daye.

Li gorî desteyê kesên jiyana xwe ji dest daye, ji van herêman in: 3 mêr û 3 jin ji Hesekê, 2 mêr û 2 jin ji Qamişlo, 2 mêr ji Dirbêsiyê, jinek ji Kobanê, 5 mêr û jinek ji Reqayê, mêrek û 2 jin ji Tebqayê, jinek ji Dêrazorê, 5 mêr û 3 jin ji Minbicê.

Desteyê piştrast kir ku 14 kesên ku berê bi Koronayê ketibûn, baş bûne.

Li gorî desteyê, bi van daneyan hejmara giştî ya pêketiyên vîrusa Koronayê li Bakur û Rojhilate Sûriye gihaşt 35 hezar û 143 kesan, jê hezar û 324 kesan jiyana xwe ji dest daye û 2 hezar û 426 kes jî baş bûne.

(dm)

ANHA