Şêniyên Baxozê: Yên ku DAIŞ têk birine dê dewleta Tirk û çeteyên wê jî têk bibin

Şêniyên rojhilatê Dêrazorê bi xwepêşandanekê dagirkeriya dewleta Tirk re kir û sûcên wê şermezar kirin.

Şêniyên Baxozê: Yên ku DAIŞ têk birine dê dewleta Tirk û çeteyên wê jî têk bibin
30 cotmeh, 2021   13:36
DÊRAZOR

Şêniyên bajarokê Baxozê xwepêşandanek li dar xist û bi dehan endamên saziyên sivîl, meclisên herêmî, şêx û rûspiyên eşîran beşdarî xwepêşandanê bûn.   

Xwepêşandêran dirûşmên şermezarkirina sûcên dewleta Tirk û banga azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan berz kirin.

Hevserokê Meclisa Gel a Hecînê Selah El-Selman di xwepêşandanê de daxuyaniyek da û got: "Yên ku Baxoz ji DAIŞ'ê rizgar kir, dikarin tevahî Sûriyê ji dewleta Tirk û çeteyên wê rizgar bikin."

Di daxuyaniyê de bang li civaka navneteweyî hat kirin ku erka xwe li hember gelê herêmê bi cih bîne û wan ji hovîtiya dagirkeriya Tirk û çeteyên wê biparêze.

Di daxuyaniya Komîteya Ciwan û Werzîşê ya gundewarên rojhilatê Dêrazorê de jî ku ji aliyê Salih Xelîf El-Melalî ve hat xwendin, gefên dewleta Tirk ên domdar hatin şermezarkirin. Di daxuyaniyê de hate gotin: "Tevî peymanên navneteweyî yên bi dewleta Tirk re ji bo rawestandina êrişên li ser Bakur û Rojhilate Sûriye jî ew tevahî peymanan binpê dike."

Daxuyaniyê bal kişand ser tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan û wek hewldaneke binkeftî hat binavkirin.

Di daxuyaniyê de hat piştrastkirin ku gelên Bakur û Rojhilate Sûriye û bi taybet ciwanên şoreşger dê li hember dijminên ku ewlehî û aramiya herêmê têk bibin, bisekinin.

(dm)

ANHA