Rojnameya The Tablet guhertina demografiyê ya li herêmên dagirkirî belge kir

Rojnameya The Tablet têkildarî guhertina demografiyê ku dewleta Tirk a dagirker li herêmên Sûriyê pêk tîne, raporek weşand.

Rojnameya The Tablet guhertina demografiyê ya li herêmên dagirkirî belge kir
30 cotmeh, 2021   09:42
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî raporê, xiristiyanên li Sûriyê xwe wek mezintirîn qurbaniyên guhertina demografiyê dibînin ku dewleta Tirk bi awayekî veşartî li dijî wan pêk tîne.

Di raporê de hat diyarkirin ku ji ber êrişên dewleta Tirk û çeteyên wê xiristiyanên mayî neçar mane birevin û rê ji wan re nayê dayîn ku vegerin warên xwe.

Li gorî raporê, koçberiya bi darê zorê ya kêmneteweyan li bakurê Sûriyê ji bo dewleta Tirk mijareke girîng e û j bo ku nehêle xiristiyan vegerin warên xwe, komên tundraw bi kar tîne.

Di raporê de axaftina serokê Partiya Yekitiya Suryan Senherîb Bersûm hatiye bibîrxistin ku dibêje: “Beriya du salan anku sala 2019`an dema artêşa Tirk a dagirker êrişî herêmê kir, wan koman mal û milkên şêniyên herêmê desteser kirin."

Senherîb Bersûm dibêje: “Ev koçberkirineke plankirî e. Ji ber hebûna wan koman, koçber naxwazin vegerin warên xwe.”

Senherîb Bersûm balê dikişîne ser guhertina demografiyê ku dewleta Tirk beriya vê li Efrîn û bajarên din pêk anî û diyar kir: “Ew niha li Girê Spî û Serêkaniyê bi rêya komên girêdayî xwe, guhertina demografiyê pêk tîne.”

Seroka Komîteya Azadiyên Olî ya Navneteweyî ya Amerîkayê Nadine Menza di axaftina xwe ya li gel malperê de got: "Dagirkeriya Tirk a li ser bakurê Sûriyê, ne tenê li ser kêmneteweyên olî,  lê belê li ser Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî gefeke xeternak e."

Nadine wiha domand: “Dewleta Tirk û komên hevalbendên wê herî zêde xiristiyan û Kurdan dike hedef da ku demografiya bakurê Sûriyê biguherîne.”

Di raporê de hat destnîşankirin ku beriya aloziya Sûriyê, zêdetirî 130 hezar xiristiyan li bakurê Sûriyê hebûn lê piştî ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê gelek gundên xiristiyanan dagir kirin, hejmara wan daket çend hezaran.

(şx)