Li Idlibê di navbera çeteyan û hêzên hikumeta Şamê de şer

Hêzên hikumeta Şamê û komên alîgirên wê û çeteyên dewleta Tirk li eniyên El-Riwêhe yên li başûrê Idlibê bargehên hev topbaran kirin.

Li Idlibê di navbera çeteyan û hêzên hikumeta Şamê de şer
30 cotmeh, 2021   09:30
NAVENDA NÛÇEYAN

Lu gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriye (SOHR) çeteyên dewleta Tirk û hêzên hikumeta Şamê li eniyên El-Riwêhe bi çekên giran navendên hev topbaran kirin.

Her wiha hêzên hikumeta Şamê deverên li San ên li rojhilatê Idlibê, Kefir Teal a li rojavayê Helebê topbaran kirin.

(dm)