Rêveberiya Xweser geşedanên dawîn bi partiyên siyasî re nîqaş dike

Partî, hêz û rêxistinên siyasî yên Kurd, Ereb û Suryan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi Rêveberiya Xweser re civînek li dixin da ku geşedanên siyasî û xizmetguzarî yên dawîn ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê gotûbêj bikin.

Rêveberiya Xweser geşedanên dawîn bi partiyên siyasî re nîqaş dike
30 cotmeh, 2021   09:51
QAMIŞLO

Civîn beriya çend kêliyan dest pê kir û li Navenda Lêkolîn û Şêwira Dîplomatîk a li Qamişloyê pêk tê. Beşdarên civînê dê geşedanên siyasî yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û yên li Rojhilata Navîn gotûbêj bikin û plansaziyên xizmetguzariyê yên Rêveberiya Xweser a herêma Cizîrê nîqaş bikin.

Cîgirê hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser Bedran Çiya Kurd, nûnerên partî, hêz û rêxistinên siyasî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, hevserokên Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê Talet Yunis û Nazîra Gewriye tev li civînê bûn.

Tê payîn ku di civînê de mijarên nirxandina rewşa siyasî, encamên civînên li derve li dar ketine, geşedanên nû yên li herêmê, plansaziya nû ya Rêveberiya Xweser a têkildarî xizmetguzariyê ya herêma Cizîrê werin nîqaşkirin.

(şx)

ANHA