Rojnameyên Erebî: Aloziya di navbera Erebistana Siûdî û Lubnanê de zêde dibe

Rojnameyên erebî vê sibê behsa civîna  G20`an a ku îro li Romayê li dar dikeve, aloziya di navbera Lubnan û Erebistana Siûdî de û rewşa li Sûdanê kirin.

Rojnameyên Erebî: Aloziya di navbera Erebistana Siûdî û Lubnanê de zêde dibe
30 cotmeh, 2021   08:36
NAVENDA NÛÇEYAN

AVHEWA Û KORONA MIJARÊN SEREKE YÊN CIVÎNA  G20`AN A LI ROMAYÊ

Rojnameya El-Itîhad a îmaratî têkildarî mijarê wiha nivisî: “Koma G20 a dewletên pîşeyî yên herî mezin îro li Romayê paytexta Îtalyayê dicivin. Tê payîn ku beriya lidarxistina civîna avhewayê ya Cop26, di civînê de têkoşîna li hemberî guhertina avhewayê bibe mijara sereke.

Civîna avhewayê ya navneteweyî dê piştî civîna koma G20 yekser li dar keve. Sekreterê giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres got heke koma G20 hewldanên xwe zêde nekin dê têkoşîna li hemberî guhertina avhewayê ji dest bidin.”

MÎQATÎ BANG LI WEZÎRÊ RAGIHANDINÊ KIR KU BERJEWENDIYA NÎŞTIMANÎ DI SER HER TIŞTÎ RE BIGIRE

Têkildarî Lubnanê rojnameya El-Şerq El-Ewsat wiha nivisî: “Serokwezîrê Lubnanê Necîb Mîqatî duh piştrast kir ku hikumeta wî bi avakirina têkiliyên baş bi Erebistana Siûdî re pabend e. Her wiha destnîşan kir ku daxuyaniyên nebaş ên wezîrê ragihandê Corc Qirdahî ne nêrîna hikumeta Lubnanê ye.

Li Beyrûtê hat ragihandin ku serokê hikumetê Mîqatî bi serokomarê Lubnanê Mîşel Ewn re geşedanên dawîn nîqaş kirine. Piştî re bi Qirdahî re bi rêya telefonê axivî û jê daxwaz kir ku berjewendiya nîştimanî di ser her tiştî re bigire û ji bo vegerandina têkiliyên Lubnanê bi dewletên Ereb re, biryareke guncew bigire.

Her wiha Mîqatî ji Wezîrê Karên Derve û Penaberan Ebdullah Bû Hebîb xwest ku li Beyrûtê bimîne û bi şandeya Lubnanê neçe derve.

Serokê Partiya Pêşvero ya Sosyalîst Welîd Cunbilat derbarê wan geşedanan de got: “Êdî bes e karest. Beriya ku wext nemîne vî wezîrî ji kar bixin ku dê têkiliyên me bi Kendavê re xerab bike. Heya kengî bêaqilî, hevkariya li dijî welêt û ajantî di siyasetên derve û hundir de dê berdewam bike.”

LI SÛDANÊ BANGEWAZIYÊN LIDARXISTINA XWEPÊŞENDANAN

Girêdayî karûbarên Sûdanê rojnameya El-Beyan wiha nivisî: “Hemwextî bangewaziyên boyokotkirinê di warên taybet û giştî de gelek beşên Sûdanê îro amadekarî dikin ku li hemû bajarên Sûdanê dakevin qadan. Aliyên navneteweyî û herêmî jî hewl didin navbeynkariyê bikin da ku Sûdanê ji vê aloziyê derxin.

Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) jî bang li hêzên ewlehiyê yên Sûdanê kir ku tundî û şidetê li dijî xwepêşendaran bi kar neyinin û wezareta wê ya derve got: “Piştî ku serokwezîrê Sûdanê Ebdullah Hemdok serbest hat berdan em hinekî rihet bûn.”

(şx)