Cynthia Farhat: Dibe ku Efganistan bibe navenda terorê

Pispora koma Îxwan El-Misilmîn Cynthia Farhat hişyarî da ku Efganistan bibe navenda terorê, kuştin û bazirganiya madeyên hişbir û diyar kir ku daxuyaniyên Talîbanê yên girêdayî parastina mafên jinan "siyaseta propagandayê" ye û hewldanek e da ku pê îtîrafeke fermî wergirin.

Cynthia Farhat: Dibe ku Efganistan bibe navenda terorê
30 cotmeh, 2021   07:48
NAVENDA NÛÇEYAN - LÎLAV DÊWANÎ-CUDÎ ÎSMAÎL

Piştî ku tevgera Talîbanê lîstikvana voleybolê ya efganî Muhecebîn Hekîmî qetil kir, careke din jinên efganî di nava metirsiyê de ne.

Ciwana bi navê Muhecebîn Hekîmî li ser asta welat û di nav Tîma Nîştimanî ya Efganî de, navdartirîn lîstikvana voleyboll bû, lê bû qurbaniya hişmendiya tevgera Talîbanê.

Perwerdekara Tîma Nîştimanî ya Efganistanê ya voleybolê ya jinan Sureya Afdalî, gelek caran ji dezgehên çapemeniyê yê navneteweyî re ragihandibû ku Muhecebîn Hekîmî li paytexta Kabulê hatiye qetilkirin û çekdarên Talîbanê serê wê jê kiriye. Surya Afdalî dabû zanîn ku malbata wê ji tirsê hurgiliyên bûyerê vedişêrin.

Ji ber gefan, agahiya qetilkirina Muhecebîn Hekîmî piştî 2 hefteyan hate ragihandin.

‘SIYASETA PROPAGANDAYÊ’

Piştî ku hêzên Amerîkayê ji Efganistanê vekişiyan, di nîvê Tebaxa îsal de tevgera Talîbanê bi temamî Efganistan kontrol kir û 7`ê Îlonê, hikumeteke demkî ku tenê mêran cihê xwe tê de girt, ava kir. Ev jî bi daxuyaniya berdevkê Talîbanê Zabîhullah Mucahîd re bi nakok bû.

Zabîhullah Mucahîd beriya niha di daxuyaniyeke xwe de ragihandibû ku dê jin di civaka wan de çalak bin û di çarçoveya qanûnên wan ên îslamî de bixebitin.

Pispora koma Îxwan El-Muslimîn di Foruma Rojhilata Navîn de Cynthia Farhat sozê Talîbanê yê rêzgirtina ji mafên jinan re wek "siyaseta propagandayê" û hewldaneke da ku pê îtîrafeke navnetweyî wergire, bi nav kir.

Rûsyayê di nîvê Cotmehê de dest bi gera bi navê "Foruma Moskovê" kiribû û tê de asta bicihanîna Talîbanê ji sozên xwe re nîqaş kirin, ji wan mafên mirovan û rêgeza tevlêbûnê.

Piştî ku Talîban gihîşt ser desthilatê, wezîrê karên derve yê Fransaya Jean-Yves Le Drian gotibû: "Ger Talîban di qada navneteweyî de hate naskirin; divê rêzê ji hiqûqê re bigire, nexasim mafên jinan, ji ber ku vê yekê radigihîne û divê pêk bîne."

Cynthia Farhat da zanîn ku dema Talîban di daxuyaniyeke xwe de îdia dike ku jinên efganî dê di hikumetê de xwedî rol bin, ev tenê siyaseteke propagendayê ye û got: "Ji ber ku di pergala Talîbanê de tu cih ji jinan re tune ye."

Saziya Maat a Aştî, Pêşketin û Mafên Mirovan ku navenda wê li Qahîreyê ye, raporeke têkildarî rewşa jinan piştî 45 rojan ji serweriya Talîbanê ya li Efganistanê belav kir. Di raporê de sûcên li dijî jinan Efgan ên ji dema serweriya Talîbanê ji 16`ê Tebaxê ve û heta dawiya Îlona derbasbûyî, hatine eşkerekirin.

Ji van sûcên; rê li pêşiya jinan hate girtin ku bixebite û fêr bibe, di heman demê de li dijî jinên ku parastina mafên mirovan dikin, sûc hate kirin û metirsî heye ku jin ji mafên xwe yê tevlêbûna qada siyasî bê par bimînin. Ji bilî ku di pêvajoya serweriya tevgera Talîbanê de diyardeya zewicandina zarokan zêde bûye.

Di rapora saziyê de hate destnîşankirin ku ji ber van sûcan ji civata navneteweyî tê xwestin ku bi awayekî lezgîn tedbîran bigire; da ku rê li pêşiya paşguhkirina jinên efganî bigire û mafên wan bêyî cudahî û bi awayekî wekhev misoger bike.

Bi van sûcên ku jinên Efganistanê pê re rû bi rû dimînin re, êdî diyar e ku Talîbanê hişmendiya xwe neguhertiye û ruxmî ku jinên efganî biryarên tevgera Talîbanê red dikin û bertekan nîşan didin, lê dîsa jî tundiya li dijî jinan berdewam dike.

ꞌÇEWISANDINA JINAN CIVAKAN LAWAZ DIKE'

Derbarê sûcên ku tevgera Talîbanê li dijî jinan pêk tîne û bandorên wê yên li ser civakê de, Cynthia Farhat ev şîrove kir: " Dijminatiya Talîbanê ya li hemberî jinan bi giştî, ne tenê ji ber ku xwe dispêre hiqûqekê ku teror, îşkence û destavêtina jinan rewa dike, lê di heman demê de jinan diçewisîne da ku kiryarên xwe yên sîstematîk ên destavêtin û koletiya zayendî ya zarokên kur rewa bike."

Her wiha bi bîr xist ku Talîban ji zû de bi navê Başa Bazî dihat naskirin ku ew jî şahiyên tecawizkirina komî ya ji zarokên kurik re bû, piştre wan ji bo cinisî bi kar dianîn û didan kesên dewlemend.

Wekî ku tê zanîn; civaka ku jin tê de bindest be, civak jî bindest e, dûrî demokratiyê, nirxên mirovahiyê û azadiyê ye, di encamê de dê bibe civakeke lawaz ku bi hêsanî tê kontrolkirin û ev e ya ku dewletên hegemonîk hewldana wê dikin.

Çavdêran rêveberiya serokê Amerîkayê Joe Biden tawanbar kir ku piştî ji Efganistanê vekişiya; derfet ji tevgera Talîbanê re çêkir ku welêt kontrol bike.

Wekî ku çawa tevgera Talîbanê lîstikvana volleybolê Muhecebîn Hekîmî qetil kir, hîn jî jinan hedef digire, nexasim ên ku di jiyana xwe de serkeftinên mezin qezenc kirine, da ku rola wan a di civakê de sînordar bike.

ꞌMETIRSÎ HEYE KU EFGANISTAN BIBE NAVENDA TERORÊꞌ

Pispora koma Îxwan El-Misilmîn a Foruma Rojhilata Navîn Cynthia Farhat bi domdarî got, tevgera Talîban komeke teror û bazirganên madeyên hişbirê ne, her wiha komeke hewl dide bi rêya tundî û tirsandinê, bandorê li siyaseta hikumet an jî civakê bike.

Cynthia Farhat hişyarî da ku Efganistan dê bibe kaniya teror, kujer û bazirganên madeyên hişbirê û wiha dewam kir: " Zehmet e mirov xeyal bike ku welatekî ku ji aliyê van kesan ve tê kontrolkirin, her komeke mirovan, çi jin, zarok û çi mêr be xwedî maf bin, ji ber ku Talîban ne dewletekê îdare dike, lê belê navendeke navneteweyî ya teror, qatil, bazirgên madeyên hişbir û talankeran bi rê ve dibe."

KJK: DIVÊ JINÊN EFGANÎ RÊXISTINA XWE AVA BIKIN Û XWE BIPARÊZIN

Komeleyên Jinên Kurdistanê (KJK) 16`ê Tebaxê daxuyaniyek dabû û tê de destnîşan kiribû: "Di encama siyasetên hovane yên ku hêzên hegemonîk ên cîhanê li Efganistanê dan meşandin, desthilata Efganistanê radestî tevgera Talîbanê hate kirin, ev jî dijbertiya jinan dike. Ji bilî hêza parastina cewherî tu hêzên din nîn in ku jinên Efgan xwe bispêrinê."

KJK'ê diyar kir ku bûyerên li Efganistanê qewimîn, rastiya durû ya dewletên rojavayî bi şênberî raxist pêş çavan û got, "Bi rengekî eşkere nîşan da ku nirxên mîna mafên jinê, azadî, demokrasî ji bo hêzên NATO'yê ji bo nixumandina polîtîkayên qirêj tenê amûrek e. Yên ku beriya 20 salan bi mafên jinan hewl dan dagirkeriya xwe rewa bikin, jiyana bi milyonan jinan radestî Talîbanê kir."

KJK`ê piştgiriya xwe ji jinên Efganistanê re nîşan da û got: "Baweriya me heye ku wê li hemberî hişmendiyê di serî de yê Talîbanê, her cûre hişmendiyên dijmin li ber xwe bidin. Jiyana azad û sîstema demokratîk wê ji Kurdistanê heya bi Efganîstanê bi pêşengiya jinên birêxistinbûyî were avakirin."

Rêber Abdullah Ocalan jî di parêznameya Manîfestoya Şaristaniya Demokratîk de dibêje ku jina azad, civaka azad e û civaka azad neteweya demokratîk bi xwe ye.

(eh)

ANHA